ŞIVAN PERWER
|
|
Mamo | Дата: Пятница, 08.06.2012, 01:13 | Сообщение # 61 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Delalîkê dilê mino Kuro dîno ezê nizanim çi bêjim de hayê hayê... lo çi nebêjim Lolo delalîkê dilê mino ezê nizanim çi bêjim de loy... lo çi nebêjim Ronîka çavê mino ezê bûme bbulbulekî ji vanê de loy... ker û gêj im Wele piştî çavê reş û belek dêmanên sorgulî Belê ezê biçim ser milekî ji vanê bilind Hawar ezê nizanim çîrokê halê xwe lo ji kê re bêjim Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez birîndar im Ax de gidî lo ez bêhal im Hawar gundîno hûnê rabin de hay… lo qiyamet e Malîno hûnê rabin de loy loy… qiyamet e Belê axaftina vê zeriyê, vê kubarê, vê seyranê de lê lê... li min hesret e Were gundîno hûnê ji min re bibin pale bêjin Hawar gidî lo him bi xêr û him bi minet e Gidî lo ax de gidî lê gidî şewityo gundo Ax de gidî lê gidî lo wêrano gundo Hawar gundîno hûn dizanin delalîkê dilê min rûdine de hay... lo li vê taxêyo Malîno hûn dizanin ronîka çavê min min rûdine de hay... lo li vê taxêyo Ji xêra xwe re hûnê kaxizekî pê ve rêkin de way way... ber avêyo Bêjin Xalito Emîna Îsa ji derdê te bêhal e Hawar hûnê bêjin pir nexweş e û ji dil dinale Hawar li min lo şewitiyo gundo lo çawa nêyo Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im ax de gidî lê gidî lo ez bê wê nabim...
|
|
| |
Mamo | Дата: Пятница, 08.06.2012, 01:14 | Сообщение # 62 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Ez gul im tu beybûn î Ez nar im hay tu nar î Ez gul im hay tu beybûn î Ez dilê keça dihelînim Tu dilê xorta dişewitînî Narîna minê lê rewşenê Delala minê lê Eyşanê Delalê tu xeber xweş î Rindikê tu xeber xweş î Ji êvar da li benda te me Keremke tu were hewşê Ez gulçîn im tu gulnevşen î Ez çavşîn im tu çavreş î Gul û gulçîn û guladarên minê Tu pir şêrîn û tu pir xweş î lê...
|
|
| |
Mamo | Дата: Пятница, 08.06.2012, 01:15 | Сообщение # 63 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Ferzê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Weke take rihanê
Bejna min ne kin e lê Ne dirêj e lê Tayek rîhana ye Xwe berda vê jengê Serya bişo lê Çava kil ke lê Biska şeh ke lê Tuncika berde lê Ferzendayê
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Weke take rihanê
Ferzê bala xwe da çû Min ra bû talû Li bejnê û balê Li bejna Ferzendayê Bejnê gelek kûr bûn lê Em daketin lê Kef ket xorta lê Nizanim tê ji mala kê
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Weke take rihanê
Ez û bejna xwe çûn lê Tev daketin lê Bulbul û şalûl Li me rabûn temaşê Bejnê carek were lê Rûnê li vê hêlê Mijûl bin li ser eşq û evînê
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê Li qam û bejnê Li bejna Ferzendayê Weke take rihanê
|
|
| |
Mamo | Дата: Пятница, 08.06.2012, 01:15 | Сообщение # 64 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Çîroka Apê Misto Lo Misto lo Mistiko Rebeno dest sistiko Doza heqê xwe nake Ber xekê xwe melis diko
|
|
| |
Mamo | Дата: Пятница, 08.06.2012, 01:15 | Сообщение # 65 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Ez dilgêşê can im Ji dozê re şivan im Saza’m ne kevnar e Ez hinê yê bêzar im Saza’m ne kevnar e Ez hinê yê bêzar im
Ez dilgêşê can im Dengbêj im tembûrvan im Leşker im şoreşvan im Roja cengê ez şervan im
Bi vî rengê nûjen Dil bi şadî devken Li xan û eywanan Dixwînim xweşxwanan
Ez dilgêşê can im Dengbêj im tembûrvan im Leşker im şoreşvan im Roja cengê ez şervan im
Roj û şevên şadî Wê bikin kurd û madî Kes nabe êdî cegerxwîn Gişkê bêje çi xweş e jîn
Ez dilgêşê can im Dengbêj im tembûrvan im Leşker im şoreşvan im
Roja cengê ez şervan im Gotun u muzık şiwan perwer
|
|
| |
Mamo | Дата: Пятница, 08.06.2012, 01:16 | Сообщение # 66 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Lı welatê xeribiyê lı welatê bê ganiyê çıroka laz u kurd...
sılav hatiye jı lazistanê
bo xebatkarên germenistanê sılav hatiye jı kurdistanê bo gelê me yê germenistanê
Lê bılbıl kırın qefesa zêrin disa bang kır go '' ax welatêm kanê'' welat berdane hatın almanya bune awuslender hey gidi dınya
zaro u zêça zıman jı birkırın bav u dayık lı ser halê xwe de gıriya hezar sılav bı ke lı kurdıstanê emê vegerın jı germenistanê
hezar sılav bıke lazistane emê vegerın jı germenistanê.. bılbıl wê bışkênı qefesa zêrın jı bo Derya Reş bo Gola Wanê
|
|
| |
Mamo | Дата: Пятница, 08.06.2012, 01:16 | Сообщение # 67 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Hevalno hoo.. Hevalno hoo.. Hevalno hoo.. Kuşti bun karwan Du hev çun ezman Da roja bıbinın Stêrka bıkın nişan Hevalno hoo Hevalno hoo Hevalno hoo Ew çavên dıgrin Ew laşên tev bı xwin Jı roja azadiyê re
Tev dıkın mizgin Berdan jı kerban Bo jinê tev çun Azadiyê de dı binın Mayin u hebun Hevalno hoo.. Hevalno hoo.. Hevalno hoo..
|
|
| |
Mamo | Дата: Пятница, 08.06.2012, 01:17 | Сообщение # 68 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Hêstir berda çavê min ay
Min divê navir nemîne li ser rûçkê Cîhan Keç û xortik giş bibin weke xwişk û biran Li her derê ava bin da nişkav dibistan Ber dest û lingan mane em keçên Kurdistan Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay
Hele were binêr hatî mala me Perwer Şivan Teb’ ser seran ser roniyan hat xozanê Kurdistan Derd û kulên me pir in bûne qîr û qitran Te bi deng û tembûra xwe bela kir li nav cîhan Lo bira derdo Şivano Xozano bar girano Bê waro perişano oo... Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê....
|
|
| |
Mamo | Дата: Пятница, 08.06.2012, 01:17 | Сообщение # 69 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Hinê bînin li teştê kin Hinê bînin li teştê kin Şîr û şerbetê çêkin Kevçî bi kevî rûn lêkin Bînin li destê zavê kin Bînin li serê zavê kin
Şarika bûkê heftreng e Dayê rabe dereng e Dawet hatî ber derî Bîhna zavê pir teng e Bîhna bûkê pir teng e
Ha dîlan dîlan dîlan Stran dîlan û lîlan Çi bûkekî delal e Zava bû xwedî mal e
|
|
| |
Mamo | Дата: Пятница, 08.06.2012, 01:18 | Сообщение # 70 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Yarê Çûçik çûye bin darê ra Silavek şande ji yarê ra Heçî di nava min û yara min fesadî kê bikin Xwedê nehêle biharê ra Yarê yarê bêbext yarê Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê Yarê yarê, kerbiyê yarê Kurbiyê yarê, bêbext yarê
Ji dîyêr de mîha reş tê Dengê zengil bi min xweş tê Serê çend sala ye ku şivanê mala bavê te li ber derd û kula Ji cîgerê xwîna reş tê Yarê yarê bêbext yarê Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê Yarê yarê, kerbiyê yarê Kurbiyê yarê, bêbext yarê
Xaniyê bavê te bi çin e Baran dibarî hat me bin e Gava çavê te li min ket te go wî eva kî ye li hêvya min e Va Şivan e lo tu yarkê min e Yarê yarê bêbext yarê Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê Yarê yarê, kerbiyê yarê Kurbiyê yarê, bêbext yarê
Yarê, min nabihîze, min nabîne tu Kerbiyê, kurbiyê, lalbiyê, bêbext yarê
|
|
| |
Mamo | Дата: Пятница, 08.06.2012, 01:19 | Сообщение # 71 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Kirîvê Ax de were lê, were lê were lê lê………………………… Ax kirîvê lê lê.............................................axx xxx Kirîvê vê sibê wezê bi Çiyayê Şengalê, Gola Smoqya diketim îro gelî di gelîda gelî di gelî da di gelî da Kirîvê lê ….... Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka Smoqya li xwe kiriye kirasê sorî melesî çeka eba wî eba dawî di ser da
Xwe dabû devê Gola Smoqya mîna kevoka, şînordeka Çemê Xebûrê di binî da hê kirîvê lê lê ………………………………. Kirîvê tu zanî gunê min û te çiye ev heq û şop û rê li min û te girtî ye Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu jî Êzidî ye kirîvê lê lê... Kirîvê ez ketime bextê te, tê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kevîne Xwe berde pozê Şengala Şewitî Tê bi şêxa şêxê Melekê Tawis ke, were di ser derd û kula re ramûsanekê bi ser can û cesedê kirîvê xwe berde Kirîvê lê lê……………………………………….. Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be Heger gune be bira sedqa ber serê ez feqîrê we me kirîvê lê lê...
Îcar keçikê bang kir: Kirîvo wezê jin im ne bi destê xwe me Qurbana te me talan neke, ji xwe netirse, wez sond bixum bi Şêxaltîkê Melekê Tawis be Hege wez mirim ji axa sara me, hege ez bimînim ji rih û can û cesedê kirîvê xwe ra me kirîvo lo……………………………………… De ramûsanê m keçkê Êzidîyan, di xweşbûna sehera sibê di azanya melê da kirîvo lo… Sîng û berê min, kara xezala mi xibşê, mi dîlimezê, min kevoka, şînordeka Çemê Xêbûr e hê kirîvo lo………………………………………. De mîna fîncanê qehwê ferfûrî, dev û lêvê min mîna şekirê Amedê di devê cuhê de axitkirî dişîne, kirîvo lo………………..
|
|
| |
Mamo | Дата: Пятница, 08.06.2012, 01:19 | Сообщение # 72 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Min bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Bipirse ji rengê buharê Bipirse ji gulên wê darê Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
Ev çend sal e ez girtî me Zulm û zorî gelek dîme Lê bi evîna te dijîme bawerke m’bêriya te kiriye Jîna bê te ne tu jîn e Jîna bê te ez dijîme Herku te’d bîra xwe tînim Hêz dide min û dijîme Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
Evîn nebe jîn şîn e Jîna bê evîn qiymet nîne Dikim doza evînê bawerke m’bêriya te kiriye Bipirse ji kevokên aşitiyê Bipirse ji hevaltî û dostiyê Bipirse ji dîwarên hepsê Ewê ji te ra bêjin rastiyê Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
|
|
| |
Mamo | Дата: Пятница, 08.06.2012, 01:32 | Сообщение # 73 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| ŞIVAN PERWER 27 ALBUM - 27 HEMİ albume ŞIVAN PERWER DAXIN Sivan Perwer Bütün Albümleri 27 Albüm.part1.rar - 152.6 MB Sivan Perwer Bütün Albümleri 27 Albüm.part2.rar - 151.5 MB .RAR PAROL: www.kurdfm.net
|
|
| |