Суббота, 18.05.2024, 13:01
Приветствую Вас, Гость
[ Новые сообщения · Участники · Правила форума · Поиск · RSS ]
  • Страница 5 из 5
  • «
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
Форум » Тексты песен - Gotine Strana - Kurdish Lyrics - Kürtçe Şarkı Sözleri » ♥ Ş ♥ Ш ♥ » ŞIVAN PERWER (SIVAN PERWER Тексты песен - Gotine Strana - Kurdish Lyrics)
ŞIVAN PERWER
MamoДата: Пятница, 08.06.2012, 01:13 | Сообщение # 61
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Репутация: 0
Статус: Offline
Delalîkê dilê mino
Kuro dîno ezê nizanim çi bêjim de hayê hayê... lo çi nebêjim
Lolo delalîkê dilê mino ezê nizanim çi bêjim de loy... lo çi nebêjim
Ronîka çavê mino ezê bûme bbulbulekî ji vanê de loy... ker û gêj im
Wele piştî çavê reş û belek dêmanên sorgulî
Belê ezê biçim ser milekî ji vanê bilind
Hawar ezê nizanim çîrokê halê xwe lo ji kê re bêjim
Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez birîndar im
Ax de gidî lo ez bêhal im
Hawar gundîno hûnê rabin de hay… lo qiyamet e
Malîno hûnê rabin de loy loy… qiyamet e
Belê axaftina vê zeriyê, vê kubarê, vê seyranê de lê lê... li min hesret e
Were gundîno hûnê ji min re bibin pale bêjin
Hawar gidî lo him bi xêr û him bi minet e
Gidî lo ax de gidî lê gidî şewityo gundo
Ax de gidî lê gidî lo wêrano gundo
Hawar gundîno hûn dizanin delalîkê dilê min rûdine de hay... lo li vê taxêyo
Malîno hûn dizanin ronîka çavê min min rûdine de hay... lo li vê taxêyo
Ji xêra xwe re hûnê kaxizekî pê ve rêkin de way way... ber avêyo
Bêjin Xalito Emîna Îsa ji derdê te bêhal e
Hawar hûnê bêjin pir nexweş e û ji dil dinale
Hawar li min lo şewitiyo gundo lo çawa nêyo
Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im ax de gidî lê gidî lo ez bê wê nabim...
 
MamoДата: Пятница, 08.06.2012, 01:14 | Сообщение # 62
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Репутация: 0
Статус: Offline
Ez gul im tu beybûn î
Ez nar im hay tu nar î
Ez gul im hay tu beybûn î
Ez dilê keça dihelînim
Tu dilê xorta dişewitînî
Narîna minê lê rewşenê
Delala minê lê Eyşanê
Delalê tu xeber xweş î
Rindikê tu xeber xweş î
Ji êvar da li benda te me
Keremke tu were hewşê
Ez gulçîn im tu gulnevşen î
Ez çavşîn im tu çavreş î
Gul û gulçîn û guladarên minê
Tu pir şêrîn û tu pir
xweş î lê...
 
MamoДата: Пятница, 08.06.2012, 01:15 | Сообщение # 63
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Репутация: 0
Статус: Offline
Ferzê
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Weke take rihanê

Bejna min ne kin e lê
Ne dirêj e lê
Tayek rîhana ye
Xwe berda vê jengê
Serya bişo lê
Çava kil ke lê
Biska şeh ke lê
Tuncika berde lê Ferzendayê

Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Weke take rihanê

Ferzê bala xwe da çû
Min ra bû talû
Li bejnê û balê
Li bejna Ferzendayê
Bejnê gelek kûr bûn lê
Em daketin lê
Kef ket xorta lê
Nizanim tê ji mala kê

Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Weke take rihanê

Ez û bejna xwe çûn lê
Tev daketin lê
Bulbul û şalûl
Li me rabûn temaşê
Bejnê carek were lê
Rûnê li vê hêlê
Mijûl bin li ser eşq û evînê

Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Ferzê Ferzê lê Ferzê, Ferzê lê Ferzê
Li qam û bejnê
Li bejna Ferzendayê
Weke take rih
anê
 
MamoДата: Пятница, 08.06.2012, 01:15 | Сообщение # 64
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Репутация: 0
Статус: Offline
Çîroka Apê Misto
Lo Misto lo Mistiko
Rebeno dest sistiko
Doza heqê xwe nake
Ber xekê xwe melis diko
 
MamoДата: Пятница, 08.06.2012, 01:15 | Сообщение # 65
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Репутация: 0
Статус: Offline
Ez dilgêşê can im
Ji dozê re şivan im
Saza’m ne kevnar e
Ez hinê yê bêzar im
Saza’m ne kevnar e
Ez hinê yê bêzar im

Ez dilgêşê can im
Dengbêj im tembûrvan im
Leşker im şoreşvan im
Roja cengê ez şervan im

Bi vî rengê nûjen
Dil bi şadî devken
Li xan û eywanan
Dixwînim xweşxwanan

Ez dilgêşê can im
Dengbêj im tembûrvan im
Leşker im şoreşvan im
Roja cengê ez şervan im

Roj û şevên şadî
Wê bikin kurd û madî
Kes nabe êdî cegerxwîn
Gişkê bêje çi xweş e jîn

Ez dilgêşê can im
Dengbêj im tembûrvan im
Leşker im şoreşvan im

Roja cengê ez şervan im
Gotun u muzık
şiwan per
wer
 
MamoДата: Пятница, 08.06.2012, 01:16 | Сообщение # 66
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Репутация: 0
Статус: Offline
Lı welatê xeribiyê
lı welatê bê ganiyê
çıroka laz u kurd...

sılav hatiye jı lazistanê

bo xebatkarên germenistanê
sılav hatiye jı kurdistanê
bo gelê me yê germenistanê

Lê bılbıl kırın qefesa zêrin
disa bang kır go '' ax welatêm kanê''
welat berdane hatın almanya
bune awuslender hey gidi dınya

zaro u zêça zıman jı birkırın
bav u dayık lı ser halê xwe de gıriya
hezar sılav bı ke lı kurdıstanê
emê vegerın jı germenistanê

hezar sılav bıke lazistane
emê vegerın jı germenistanê..
bılbıl wê bışkênı qefesa zêrın
jı bo Derya Reş bo Gola Wanê
 
MamoДата: Пятница, 08.06.2012, 01:16 | Сообщение # 67
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Репутация: 0
Статус: Offline
Hevalno hoo..
Hevalno hoo..
Hevalno hoo..
Kuşti bun karwan
Du hev çun ezman
Da roja bıbinın
Stêrka bıkın nişan
Hevalno hoo
Hevalno hoo
Hevalno hoo
Ew çavên dıgrin
Ew laşên tev bı xwin
Jı roja azadiyê re

Tev dıkın mizgin
Berdan jı kerban
Bo jinê tev çun
Azadiyê de dı binın
Mayin u hebun
Hevalno hoo..
Hevalno hoo..
Hevalno hoo..
 
MamoДата: Пятница, 08.06.2012, 01:17 | Сообщение # 68
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Репутация: 0
Статус: Offline
Hêstir berda çavê min ay

Min divê navir nemîne li ser rûçkê Cîhan
Keç û xortik giş bibin weke xwişk û biran
Li her derê ava bin da nişkav dibistan
Ber dest û lingan mane em keçên Kurdistan
Lo bira serê min b’gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay

Hele were binêr hatî mala me Perwer Şivan
Teb’ ser seran ser roniyan hat xozanê Kurdistan
Derd û kulên me pir in bûne qîr û qitran
Te bi deng û tembûra xwe bela kir li nav cîhan
Lo bira derdo Şivano
Xozano bar girano
Bê waro perişano oo...
Lo bira serê min b’gorî
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
 
MamoДата: Пятница, 08.06.2012, 01:17 | Сообщение # 69
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Репутация: 0
Статус: Offline
Hinê bînin li teştê kin
Hinê bînin li teştê kin
Şîr û şerbetê çêkin
Kevçî bi kevî rûn lêkin
Bînin li destê zavê kin
Bînin li serê zavê kin

Şarika bûkê heftreng e
Dayê rabe dereng e
Dawet hatî ber derî
Bîhna zavê pir teng e
Bîhna bûkê pir teng e

Ha dîlan dîlan dîlan
Stran dîlan û lîlan
Çi bûkekî delal e
Zava bû xwedî mal e
 
MamoДата: Пятница, 08.06.2012, 01:18 | Сообщение # 70
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Репутация: 0
Статус: Offline
Yarê
Çûçik çûye bin darê ra
Silavek şande ji yarê ra
Heçî di nava min û yara min fesadî kê bikin
Xwedê nehêle biharê ra
Yarê yarê bêbext yarê
Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê
Yarê yarê, kerbiyê yarê
Kurbiyê yarê, bêbext yarê

Ji dîyêr de mîha reş tê
Dengê zengil bi min xweş tê
Serê çend sala ye ku şivanê mala bavê te li ber derd û kula
Ji cîgerê xwîna reş tê
Yarê yarê bêbext yarê
Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê
Yarê yarê, kerbiyê yarê
Kurbiyê yarê, bêbext yarê

Xaniyê bavê te bi çin e
Baran dibarî hat me bin e
Gava çavê te li min ket te go wî eva kî ye li hêvya min e
Va Şivan e lo tu yarkê min e
Yarê yarê bêbext yarê
Kerbiyê yarê, kurbiyê yarê
Yarê yarê, kerbiyê yarê
Kurbiyê yarê, bêbext yarê

Yarê, min nabihîze, min nabîne tu
Kerbiyê, kurbiyê, lalbiyê, bêbext yarê
 
MamoДата: Пятница, 08.06.2012, 01:19 | Сообщение # 71
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Репутация: 0
Статус: Offline
Kirîvê
Ax de were lê, were lê were lê lê…………………………
Ax kirîvê lê lê.............................................axx xxx
Kirîvê vê sibê wezê bi Çiyayê Şengalê, Gola Smoqya diketim îro gelî di gelîda gelî di gelî da di gelî da Kirîvê lê …....
Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka Smoqya li xwe kiriye kirasê sorî melesî çeka eba wî eba dawî di ser da

Xwe dabû devê Gola Smoqya mîna kevoka, şînordeka Çemê Xebûrê di binî da hê kirîvê lê lê ……………………………….
Kirîvê tu zanî gunê min û te çiye ev heq û şop û rê li min û te girtî ye
Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu jî Êzidî ye kirîvê lê lê...
Kirîvê ez ketime bextê te, tê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kevîne
Xwe berde pozê Şengala Şewitî
Tê bi şêxa şêxê Melekê Tawis ke, were di ser derd û kula re ramûsanekê bi ser can û cesedê kirîvê xwe berde
Kirîvê lê lê………………………………………..
Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be
Heger gune be bira sedqa ber serê ez feqîrê we me kirîvê lê lê...

Îcar keçikê bang kir:
Kirîvo wezê jin im ne bi destê xwe me
Qurbana te me talan neke, ji xwe netirse, wez sond bixum bi Şêxaltîkê Melekê Tawis be
Hege wez mirim ji axa sara me, hege ez bimînim ji rih û can û cesedê kirîvê xwe ra me kirîvo lo………………………………………
De ramûsanê m keçkê Êzidîyan, di xweşbûna sehera sibê di azanya melê da kirîvo lo…
Sîng û berê min, kara xezala mi xibşê, mi dîlimezê, min kevoka, şînordeka Çemê Xêbûr e hê kirîvo lo……………………………………….
De mîna fîncanê qehwê ferfûrî, dev û lêvê min mîna şekirê Amedê di devê cuhê de axitkirî dişîne, kirîvo lo………………..
 
MamoДата: Пятница, 08.06.2012, 01:19 | Сообщение # 72
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Репутация: 0
Статус: Offline
Min bêriya te kiriye
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
Bipirse ji rengê buharê
Bipirse ji gulên wê darê
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye

Ev çend sal e ez girtî me
Zulm û zorî gelek dîme
Lê bi evîna te dijîme bawerke m’bêriya te kiriye
Jîna bê te ne tu jîn e
Jîna bê te ez dijîme
Herku te’d bîra xwe tînim
Hêz dide min û dijîme
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye

Evîn nebe jîn şîn e
Jîna bê evîn qiymet nîne
Dikim doza evînê bawerke m’bêriya te kiriye
Bipirse ji kevokên aşitiyê
Bipirse ji hevaltî û dostiyê
Bipirse ji dîwarên hepsê
Ewê ji te ra bêjin rastiyê
Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye
 
MamoДата: Пятница, 08.06.2012, 01:32 | Сообщение # 73
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Репутация: 0
Статус: Offline
ŞIVAN PERWER 27 ALBUM - 27 HEMİ albume ŞIVAN PERWER DAXIN
Sivan Perwer Bütün Albümleri 27 Albüm.part1.rar - 152.6 MB
Sivan Perwer Bütün Albümleri 27 Albüm.part2.rar - 151.5 MB
.RAR PAROL: www.kurdfm.net
 
Форум » Тексты песен - Gotine Strana - Kurdish Lyrics - Kürtçe Şarkı Sözleri » ♥ Ş ♥ Ш ♥ » ŞIVAN PERWER (SIVAN PERWER Тексты песен - Gotine Strana - Kurdish Lyrics)
  • Страница 5 из 5
  • «
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
Поиск: