Суббота, 18.05.2024, 13:50
Приветствую Вас, Гость
[ Новые сообщения · Участники · Правила форума · Поиск · RSS ]
  • Страница 1 из 1
  • 1
Форум » ★Helbeste Kurdi - Стихи ★ » ♥ R ♥ S ♥ Ş ♥ T ♥ U ♥ » ŞENGAL OSMAN
ŞENGAL OSMAN
albina_kurdiДата: Понедельник, 11.06.2012, 22:22 | Сообщение # 1
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Dayê
Dayê ji mir bêje.
Te ji bo çi reş girê daye.
Zanin cara yekemîn ji bo Sînama Amudî bu.
Te reş girê da.
Duyemîn li ser girtîgeha Hesekê bu.
Lê vê carê ji minra bibê je.
Derdê xwayê giran.
Nîşana lı serê te.
Îro ez dibînim.
Li dirêjîya başurê piçuk hatiye girêdan.
Konên reş tên vegirtin.
Şîn li ser ruhên Şehîdan tên gerandin.
Laşen wan bi Ala Kurdistanê tê veşartin.
Lê di hêsiê çavê teda ez dibînim şînê.
Lê li alîyekî jî dibînim şahîyê.
Şahîya serhildanê.
Dengê serhildana Qamişlo buye çîrok.
Îro tê gotin, li nav Gund û Bajarê Kurdistanê.
Dayê hêsîran nebarîne.
Kurd îro bi xwidîne.

Helbesta Şengal Osman
 
Форум » ★Helbeste Kurdi - Стихи ★ » ♥ R ♥ S ♥ Ş ♥ T ♥ U ♥ » ŞENGAL OSMAN
  • Страница 1 из 1
  • 1
Поиск: