Destana Aşiq Xerîb û Şah-Senem
|
|
Mamo | Дата: Понедельник, 11.06.2012, 04:26 | Сообщение # 1 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Destana Aşiq Xerîb û Şah-Senem
Ev destana han min di sala 1989 an de li gundê Rembûsî li Şengalê jiber devê sitranvan û dengbêjê bi nav û deng Qasimê Meyro girtiye û nivîsiye. Hêje gotinên, ku dibêjin, şûnwarên wî bi navê "Aşîq" li Îraqê hene. Lêkolîn li ser vê destanê çênebû ye. Ez vî derî ji bo xwendevanên hêjare dihêlim.
Bedel Feqîr Hecî
Li welatê Helebê malbateke reben û belengaz hebû, dê û bav, qîzek û lawek bûn. Navê kur Xerîb bû. Xerîb kurekî pêkhatî û jîrek bû. Sal û demên giran û tarî bi ser wan ve hatin. Bav dimre û halê wan pir perîşan dibe. Mirovên wî bajarî ji wan re ne baş bûn û tu alîkarî bi wanre nekirin. Bi ser halê wan yê perîşan ve jî, wan kenê xwe bi wan dikir û bi şêweyekî berûvajî henekên xwe bi wan dikirin. Dayîkê digote herdu zarokên xwe, ku çûna wan ji vî bajarî baştire, ji mabûna wan di rebeniyê û perîşaniyê de û baştire ji pêkenîna û bêxwedêtiya vî miletî. Em dê herine welatekî dûr û nenas. Heke em li wir parsê jî bikin, dê baştir be ji jiyana me li vî bajarî.
Ji xwe ev bêmal bûn, rabûn ji cilên rihên xwe û pêde bi xwe re nebirin. Bi rê ve ketin û li çi gundî anjî bajarî li wan dibû êvar, ew wê şevê li wir diman û roja din bi zeraya rojê re didane rê. Bi vî halî rojekê gihîştin pêxên bajarekî mezin. Dayîkê ji herdu zarokên xwere digot, ku ew dê îşev li ber sitara vê qesrê (avaniyê) xew bikin. Jiberku bajar yî mezin e û jibo em ji ser hev neqetin, baştire, ku em neçin nava wî. Xwedanê qesrê ber êvarkî derdikeve ser banê qesra xwe, dixwest bîna xwe bi dîtina bax û bistanên xwe û nerîna bajêr berde. Çavê wî bi wê malbata belengaz diket û dilê wî bi halê wan dişewitî. Xwe berdabû xwarê û ji jina xwe re digot, ku ew şîvekê ji bo xêra dê û bavan ji wan re dibe. Rêwingî her xerîb in û xerîb her tim kor e. Şev li wan derbas dibû, roj dihilat lê belê hêja ew li wir bûn. Bi vî miqamî jina wî taştê û firavîn jî jiwanre dibir. Her li wir diman û nediçûn.
Wî ji xwere digot, ku ev mirov ne bê hevalin û ji qesrê hate xwarê çû cem wan, jibo bizanîbe çi hewalê wane. Ji wan dipîrsî, heke ew diçin anjî dimînin û kî li vî bajarî nasdikin.
Dayîka wan digot, ku ew bêkesin, xerîbin û ji welatê Helebê hatine û nizanin dê bi kur ve herin. Wan ne ci ye nejî war e û me xwe li Xwedê û li vî bajarî girtiye. Xwedanê qesrê, digot wan, ku ew dikarin bikevine axurekê ji axurên qesra wî û dê jiyanê wisa derbas bikim, ka heya Xedê çarekê ji wanre bibîne. Malxuyê malê qewêtiya wan mirovan li jina xwe kir, ku guhdanê li wan bike û şiv, taştê û firavîn jibîr neke. Diya zarokan ji wî mirovê camêr dipîrsî û dixwest bizanîbe, ku ew çi bajar e. Xwedanê qesrê digot, ku ew bajar, bajarê Bexdayê ye. Heke rojek, heke du roj di wê navê de derbas dibûn, diya herdu sêwiyan digot herdu zarokan, ku pêwist e, em jî qenciyekê bi vê mala bi xelat bikin û destên xwe bavêjine karekî wan. Serê şeveqê ew radibû hewş dimalişt, av dikişand û nanê wan li tendûrê dixist.
Dibêjin rojekê ji rojên xwedê dîsa malxuyê malê derdikeve ser qesra xwe û bala xwe dide hawîrdora qesra xwe. Çavê wî bi wî lawikê sêwî dikeve, dibîne bê çawa cilên li wî lê rizî û bi pîne ne. Wisa dibêjin, ku wî bitenê mecîdiyek di bêrîka xwe de didît û wî mecîdî jî dide diya wî, ji bo ew caw ji cilê kurik re bikire. Mirovên bajêr jî kurik bi "Xerîbo" bi nav dikirin. Ji bo (ronatiya) axurê jî, malxuyê malê her şev mûmek (findek) dida wan. Dibêjin şevekê ji şevên Xwedê der û ber qar dibin, şev tarî û bêdeng e. Ji nişkê ve dengek tê û dibêje: Xerîb, Xerîb...
Xerîb di bala wî de, ku ew di xwe de ye û xewnekê dibîne. Lê dîsa her ew deng dibêje: Xerîb rabe ser xwe, ev ne xewne nejî xeyale! Ez Xidir Ilyasim, sivikê Padişayê xwe yê li jor im û ez şandime, ji bo ez mirad û daxwaziyên te bi cî bînim! Tu bixwazî, ez dê te bixme şivanekî baş, anjî cotyarekî çalak û jêhatî, anjî aşiqekî dengzelal û xweş (sitranvan û dengbêj). Di destpêkê de Xerîb ditirse, lê belê hate hişe xwe, ku ev dîtina wî ne xewne. Dabû hişê xwe û digot Xidir Ilyasê, sivikê Xwedê, ku dê pêşî bi dayîka xwe bişêwire.
Çawa lawik ji xew re dibêje. Diya wî dibêje: Heke tu bibî şivan, dê şivantiyê ji xelkê re bikî û heke tu bibî cotyarek, dîsa tu rêncberê xelkê yî. Na wele baştir e, ku tu jê bixwazî, bila te bike helbestvanek, sitranvanek, tembûrvanek. Xerîb bi dilekî xweş xewkir. Derengî şevê Xidir Ilyasê, sivikê Xwedê, dîsa wî hişyarkir û pê re diaxift. Xerîb daxwaziya xwe digotyê. Xidir Ilyas tembûra qudretê xista destên wî, tiliyên wî danîbû ser têl û perdan û xuziya xwe bi devê wî dabû. Eşqê li dilê wî dabû. Dayîkê dît, ku Xerîb bi şev radibe û ne li ser nivîna xwe ye û dengê wî ji derve tê. Diya wî tirsiye û bawer kir, ku cinik hatine Xerîb û wî dîn û bêhiş kirine. Xerîb digot, ku wî li tembûrê nedaye, bitene tiliyên xwe li ser têl û perdên wê danîne. Ji nişkê ve wî qîrkiribû sitranan bi dengekî xweş û zelal, jê dihat keserên evîndaran, eşqa bûk û zavan.
|
|
| |
Mamo | Дата: Понедельник, 11.06.2012, 04:26 | Сообщение # 2 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Xerîb ji dayîka xwe xwest, ku ew tembûrekê jêre bikire. Ruyê xwe qewîn kir û digot: Pêwist e, tu ji min re çarekê bikî. Çiqas dayîka wî xwe bi vir ve û wir ve dabû, her bêfêde bû. Rabû ew mecîdiyê, ku malxuyê malê dabûyê, wê jî dabû Xerîb. Xerîb jî bi nav bajêr ket û sitranên xwe dibêje û geh ti tewîne û gehjî ditewîne. Mirovan xwe ji wî dûr dikirin, diketin şekê û dilqusandinê, ku ew dîn e. Xerîb bi pirskirê digihîşt dikana tembûran, lê belê ciger nekir, ku here cem osteyê tembûran (hoste). Li tîra dikanê rûnişt û agadarî li hoste û miştiryên wî dikir. Carekê dîtibû, ku çend xortên ji malbatên dewlemend û semiyandar çûne dikanê û li bihayê tembûran dipersîn. Tembûra erzan bi penc zêran bû, û rebenê xwedê mecîdiyekî wî hebu. Hoste piştî xwarina haverojê (firavînê) dîsa tembûr çekirîn û rastkirin. Her wisa wî Xerîb li dev deriyê dikana xwe dîtibû û dît, ku ew hêve li wir e. Xwedanê dikanê diçe cem Xerîb, dixwest ji wî bipirse, ka derdê wî çiye. Wî digot, ku ew dixwaze tembûrekê ji xwe re bikire, lê pir biha û giran in. Xwediyê dikanê digotyê, ku tembûr bi mecîdiyekî tunin û pêwist e, ew ji ber dikana wî here. Xerîb digotiyê, ku bê tembûr ji dikanê dernakeve, nexwe ew dê heya mirinê li dev deriyê dikana wî be. Xwediyê dikanê digot: Qurban! Xwedê nehêle, ez dê tembûreke bi bihayê 2 mecîdiyan ji te re çêkim, mecîdiyek ji cem te û yê din bila xêra dê û bavê min be.
Çavê Xerîb bi tembûreke delal û bi zêrê zer neqişandî hatibû çêkirin, ket û ji xwe re digot, ku ev tembûr bû, Xidir Ilyasê min dabû himbêza min. Çavê her li wê tembûrê mabû. Xwediyê dikanê digot, ku ew tembûr ne ya têstên wî ye. Wî digot: Dê nexwe bihêle ez wê biramîsim. Necar destûra wî dabû, lê çawa tembûr kete nav lepên wî, necar gotiyê: De lêxe, lêxe!! Bi soz heke te baş lêxist, ez dê tembûreke baş bidime te. Xerîb hem li tembûrê xist, hemjî sitrand. Hingî deng û awazên wî xweş bûn, xwediyê dikanê sau û hêbet girt û hew dixwest ne tembûrê ji destan derxîne, nejî stranan bi wê bide seknandin. Cade û zokaka dikan têde bû, tijî mirov bûn û bi hezaran li Xerîb û tembûra wî seyr û temaşe kirin.
Sê roj û sê şevan wan mirovên temaşevan ne razan hebû û nejî xwarin û vexwarin. Her guhdarî li deng û awazên Xerîb dikirin.
Xerîb li malê diyar nebû û dayîka wî giriyabû û bidest axîn, nalîn û keseran kiribû. Xwedanê qesrê dengê wê bihîst û wisa dilê wî li jina wî qusiye, ku dilê van belengazan hiştiya, anjî xwarin ji wan biriye. Lê belê dayîka herdu sêwiyan rastiya kurê xwe jê re got. Xwedanê qesrê qîr dabû rêncber, çawîş û kolên xwe û ji wan xwest, ku vî lawikî bibînin, heke sax (hêne li jiyanê), heke mirî. Serwerê van mirovan 2 kes şandibû nava bajêr, ji bo li wî kurî bigerin. Lê ew çûn û nevegeriyan. Çara 2án serwerê çawîşan, çawîşekî pir zîrek şande bajêr. Wî dît, ku bi hezaran mirov li cadekê kom bûne û dengê tembûr û sitranan tê. Hingî awazên Xerîb xweş û bi şewat bûn, ew mirovên wî bajarî neçûn malên xwe her sê roj û sê şevan li ser piyên xwe rawstiyan, bê nan û av û bê xew. Xwedanê dikanê (firoşkerê tembûran) ev tembûra zêrin diayrî kir ji bo Xerîb û digot, ku bitenê ew layqî tilyên Xerîb in. Mirovên bajêr ji wê rojê û pêde navê wî danîn "Aşiq Xerîb". Dibêjin, ku Aşiq Xerîb roj bi roj bi nav û deng bû û bi teybetî mirovên semiyandar û dewlemend wî dibirin şevbêrkên xwe û pir alîkarî bi wî re dikirin. Bajarê Bexdayê bi awaz û sitranên wî pir kêfxweş dibû. Lawên her çil serokên bajarê Bexdayê bûne destûbirakên wî û bi şev û roj bêî wî tebata wan nedihat.
Şevbêrikên wan li gel Aşiq Xerîb her li mala xwedanê qesrê yî merd bûn. Lêbelê carekê ji caran ji hevdu re gotin, ku wisa naçe serî, hem tim li mala wî mirovî bin. Wan biryar sitandin, ku qesrekê ji Aşiq Xerîb re bidine avakirin. Erdeke xweş ji bo avakirina qesra Aşiq Xerîb destnîşan dabûn û ji xwediyê wê kirîn. Di demeke kurt de wan qesreke xweşik û bê qisûr (kêmanî) ava kirin. Her şev karê wan kêf û seyran bû, tembûr û sitran bû. Her şev her çil li cem yekî ji wan komdibûn jibokû navbera wan û jinên wan xirab nebe wan digotin Aşiq: Yan emê jinên xwe berdin, anjî tu jî bizewice. Hevalên Aşiq Xerîb digot, ku ew gunehên van jinan naxe stûyêh xwe û dê bizewice. Hevalên Aşiq Xerîb rojek destnîşan kirin û gotin miletê bajêr, ku tu kes ji mala xwe dernekeve lê çiqas qîzen bajêr pewiste, derkevin meydana bajêr jibo kû Aşiq Xerîb wan bibîne. Heke Aşiq Xerîb yek ji wan eciband emê jê re bixne bûk û biguhêzin.
|
|
| |
Mamo | Дата: Понедельник, 11.06.2012, 04:27 | Сообщение # 3 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Yek jî bidilê Aşiq Xerîb tunebû. Li aliyê cadê yî din keleheke mezin hebû û keçeke pir xweşik û xwînşêrîn têde bû. Gava çavê Aşiq Xerîb pê ket, ne bi dilekî dil ketiyê, bi heft dilan dil ketiyê û li ser wê aşiq bû. Lê dipirsîn û dizanîbûn, ku navê wê Şah-Senem e, dotmama Şahweled e û xwestiya wî ye (dergistiya wî ye). Bavê wê jî wê jiber vê sedemê jî neşandibû cadê, ta kû Aşiq Xerîb wê bibîne. Hevalên Aşîq Xerîb çûne xwestina wê ji bavê wê, û sûnda mezin xwarin, ku wê ji Aşiq Xerîb re bînin, lê pêwist e bi dilê wê jî be. Mirovekî gotinger û fitneçî li mala bavê keçikê bû. Navê wî Beko-Ewan bû. Ew mirovê yekemîn bû bihîstibû, ku Aşiq Xerîb evîndarê wê keçê ye û her çil hevalên wî têne xwestina wê. Bavê keçê bi şêwirdarê xwe ve Beko, ew keçik nehiştin derkeve cadê û Aşiq Xerîbê xwe bibîne. Her çil hevalên Aşiq ev tişt bihîstin û çûna mala bavê keçê û gotin, ku ev ne karê ew bû, ku Şah-Senem xwestiya pismamê xwe ye û dê semawenda wan di heftiya werê de çêbikin. Wan digotî heke bi dilê wê be, ji xwe pîroz be ji pismamê xwe re û heke evîndara Aşiq bê em dê bizor anjî bi xweşî ji te bistînin û qelenê xwe jî bixwaze! Guneh giranin û em bêdilî wê nakin. Bavê keçê li gel hevalên Aşîq çûne oda keçikê û jê dipirsîn, ka baweriyên wê çi ne. Dibe, ku dilê wê di heft salên dawîde bi pismamê wê ve bû, lê pîştî çavên wê bi Aşiq diket, hiş û sewdanê wê li cem diman û bi heft dilan dilketibû wî.
Şah-Senem digot, ku bi dilê wê ye û dixaze bibejina Aşiq û heke bavê wê li dijî vê zewacê be, ew dê xwe bikuje. Beko û bavê keçê tu çarên din ji xwe re nedîtin û digotin, ku qelenê wan heft bar pere ye, û ev perên han pêwist e, ne ji berîkên we bin û nejî ji bajarê Bexdayê bin. Ev qelen pêwist e, ne ji keda destên wî be. Çareke din tune. Hindeke ji wan dixwestin bavê wê bixapînin û hindeke jî kuştina wî danîbûn ber çavan. Lê hevalên wan digotin, ku me bext û soz dabû bavê wê û ew ne li bextê xwe diqulibin nejî sozê hunda dikin.
Bavê Şah-Senem çil roj molet dabû wan. Heke heya roja çilî şertê xwe bi cî nekirin, ew dê qîza xwe li biraziyê xwe mehir bike. Mirovên bajêr pir melûl û dilşikestî bûn bi van şertan û bi çûna Aşiq Xerîb.
Mehelê xatiran, Aşiq Xerîb û bi her çil hevalîn xwe ve hatin wî ciyê Şah-Senem cara pêşî lê dîtibûn. Ew cî jî li tîra qesra bavê wê bû. Aşiq Xerîb dest avête tembûra xwe ya zêrin.
|
|
| |
Mamo | Дата: Понедельник, 11.06.2012, 04:28 | Сообщение # 4 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Çavên wî bi Şah-Senem diket û distirand: Şah-Senema min yî delal e Negirî û nenale Hêstiran ji çavên belek vemale Giriyê te bi şewat û tal e. Berevanê Birca-Belek tê nalenale vê gavê û seetê bi xatirê te û xuşk û hogir û hevalan
Şah-Senem digot: Aşiq Xerîbê min dê here Heleba-Mîran Cî û Welatên bav û bavpîran Ditirsim dilê te li wir bikeve keçên began, eyanet û wezîran. Ditirsim tu Şah-Senema xwe li wir bik ji bîre. Û tu Şah-Senema xwe paşî li bajarê Bexdayê nekî êsîre.
Aşiq Xerîb digot: Şah-Senema min yî bi erkan e. Hemlê (barê) bavê te li milê min gelekî giran e Qelenê Şah-Senema min ji min dixwazin heft barên perane. Weleh min dizanîbû hemû Beko-Ewan e.
Şah-Senemê digot: Aşiq Xerîbê mino, min dizanîbû Beko-Ewan sebeb e. Û heke tu çuyî Şarê Helebê guhê te li Şah-Senema te be. Tu li wê derê ji Şah-Senema xwe xafil nebe.
Aşiq Xerîb dilezîne: Xatir ji dayîk û xuşkê, holdaş û Şah-Senemê dixwstîne Xwe bi cada berbijêr diberdîne Sîwarekî li rexê bajêr dibîne Sîwaro! Min bi te û te bi Xwedê, qûnaxa te kudere û kuder nîne!
Siwar digot: Tu ka carekê were xwe bi min bigihîne Lingê xwe di rikêba min deyne Ew siwar sihê Aşiq Xerîb dîsiwarîne Rihê Aşiq Xerîb disiwarîne Hebû deqîqeyek dû nîne ji Bexda bi şarê Heleba-Mîran dighîne Aşiq Xerib bala xwe dayê, ku bi heft dehol û Zirneyan Şahî ne Aşiq Xerîbe xwe bi wê şahiyê dighîne Dibêje gelî biran min xwe li Xwedê û we li vî şarî girtîne Min Hevsurek ji xwe re xwestîne Û hebek malê min nîne Qelenê wê heft barên peran ji min xwestîne
Wan digot: Heke tu aşiq bî ka saza te nîne
Wî digot: Ji min re çongerekê (tembûrekê) bînin Ezê ji we re lêxînim Heke dilên we ne ecbînin Nesîbê min li cem we, li vî Şarî nîne.
Çongerekê ji Aşiq Xerîbîre tînin Li ser çoka xwe datîne Izin ji Xidir Ilyas dixwestîne Gava destên xwe lêdixîne, kire qîrîne Aşiqên dawetê sazên xwe hemû danîne Aşiq Xerîb lêdixine, çarde rêzên dilanê dikemlîne Aşiq Xerib sîûheşt rojan û danekî lêdixîne Şeş bar û cemek peran ji wî re komkirîne Mî´adê Aşiq Xerîb û Şah-Senem ji xeynî rojek û danekî ne-mayîne.
Şah-Senem dil bi kul e, bi birîn e Ne dixwar û nejî vedixwar û xewa wê jî nîne. Û tu beşrî nahebîne. Daweta Şah-Senem û Şah-Weled li darxistîne Şah-Senem dil bi kul û bi birîne. Û serê xwe bi xem datîne Xwenekê di wê xewa xwe de dibîne Di wê xewnê de didît bazirganekî li binya bajarê Bexdayê Di wê xwê de Şah-Senem qesta başbazirgan danîne dikirîne Ilmekî xêrê di wê xewnê de Şah-Senem ji Aşiq Xerîb dihiltîne Bi tebeqa Birca-Belek ve derketîne Bi dûrebînê li binya Şarê Bexdayê çavan digerîne Dêhnê xwe dayê, ku xewin rast e, şik têde nîne. Şah-Senem li oda bûkantîyê xwe bi xemla bûkan dixemlîne Xêl û sipîçala hevrêşimî bi ser bejna zirav ve dixuşîne Û haja kesî ji Şah-Senem-Xatûnê nîne. Xwe di cadên Bexdayê de berbijêr berdayîne Li miqabilî Xîbeta başbazirganî ketîne Digrî û dilomîne
Başbazirgan gotiyê: Şah-Senema min ye naz e Tu digrî hêstirên xwe bi bejna xwe ya zirav ve berde gaz bigaze. Tu hatî bibirsî li halê Aşiq Xerîb, Xerîbê belengaze Tu pirs dikî, başbazirgan bi xwe Xidir Ilyas e Min ji Şah-Senema xwe re hasil kir ev miraze
Şah-Senem digot: Başbazirgan tu Xwedê bihebîne Û tê´na li ruyê Şah-Senem-Xatûna xwe nexîne Dilê min yî bi kul e û bi birîn e. Heke tu tê nan li ruyê Şah-Senema xatûna xwe dixîne Toqek di gerdena min de ye, ye qudretî ye û zêrîn e Bi qîmetê bazirganê te ji binî tine Min digot, belkî tê cewabeke Xêrê ji min re bîne Ka hal û hewalên Aşiq Xerîb, Xerîbê gêtî li şarê Heleba mîran çî ne. Ji min re bêje, Aşiq Xerîb yî sax e anjî mirî ne
Wî digot: Şah-Senema min yî bikir Nav û dengê te li dinyayê bûne dikir Te qesta xîva başbazirganê xwe kir Nasbikî Xidir Ilyas û Xidir Min ev miraz ji te re hasildikir
|
|
| |
Mamo | Дата: Понедельник, 11.06.2012, 04:28 | Сообщение # 5 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Şah-Senem digot: Xidir Ilyaso! Min bi te, te bi rebê alemîne Deng li bazirganê xwe bike, zû hilîne Xwe zû bi Heleba-Mîran ve bîgihîne Aşiq Xerîbê min ji govend û dîlanê derîne Şiqamekê tu li Aşiq Xerîbe min bide û tu neêşîne Aşiq Xerîb gelekî li ber dilê min yî şêrîne Û heke tu Aşiq Xerîbê min bêşînî Tu li şarê Bexdayê kizûra mirinê li dilê Şah-Senema xatûna
Şah-Senem çavên xwe li ser hev datîne Û çavên xwe ditîne û dihiltîne. Xîv û bazirgan nîne Xidir Ilyasê kar bi xêr xwe bi Heleba Mîran digihîne Bang dikir : Aşiq! Hemûkan digotn: Belê! Wî digot: Min divê Aşiq Xerîbê, Xerîb Gêtî Gazî kirinê: Tu yî Aşiq Xerîbê, Xerîb Gêtî! Digot: Belê! Digot: Şah-Senemê silavan li te dike û gotiye Şiqamekê le wî bide û emanet tu wî neêşîne
Şûna şiqamê destê xwe li sûreta Aşîq Xerîb xe û xulkê wî bixeyîne Û gotiye silava lê bike û jê re bêje: Min ehde, ji min û Aşiq Xerîbî re ji xeynî roj û danekî nemayîne. Digot: Ka te çend bar komkirîne! Digot: Min Şeş bar û cemek komkirîne Digot: Bihêle û bişemrîne Nesîbê te di van peran de nîne
Aşiq Xerîb hate cem şahiyê, li cem aşiqan digot: Hûn xêr jê bibînin, yeqîn e, nesîbê min tê de tinîne. Aşiq Xerîb lingê xwe li ser lingê Xidir Ilyas datîne Xidir Ilyas iznê ji rebil alemin xwestîne Dihilanîn û danîne û cavan li binya bajarê Bexdayê digihîne Aşiq Xerîb çavên xwe dihiltîne: Yeqin Bexda ye û Heleb nîne Bala xwe dayê qîzekê ji xwe re sergîn û qirşan vedihewîne Û pê re digrî û dilomîne Qesta wê keçikê kirîne Bala xwe dayê xuşka wî ji herdu çavan kor buyîne Hema piçekî erdê li ber lingê xw e dibîne Nasdikir Xuşka wî ye: Xuşkê roja te bi xêr be! Wê digot: Ser çavên min hatîne Wi digot: Xuşkê ev çi bajare, kûder nîne? Wê digot: U hu ..., neku tu xerîb bî, ev bajarê Bexda ye. Digot: Xuşkê! Li şarê Bexdaye têdengê şahî, dahol û zirnê. Ev çi tişt e? Wê digot: Bira! Tu here, kulên dilê min ducar neke Birinên dilê min çîqekê bi rû ketîne Û here xwe bi vê şahiyê ve bighîne Şûxlê te li cem min nîne. Wî digot: Xuşkê! ez mirovekî xerîb im, tu kesî nasnakim û dê îşev li cem we bim. Wê digot: Nanê te li cem me nîne û em mêvanan nahewînin. Wî dipirsî: Gelo çima hûn min nahewînin, ez xerîb im ji welatê Helebê hatime û ez tu kesî nasnakim? Wê digot: Wey li min be, birakî min jî hebû, çû welatê Helebê. Em li vir xerîb û bê kes hiştin, em nizanin çi bi wî hat. Gelo haja û gumanên te ji wî tinîne? Wî digot: Ne xêr! min tişt li ser wî nebihîstiye. De ji min re bêje, ev çi bajar e? Wê digot: Ev Bexda ye! Wî digot: Tu bi qedrê padşahê jorî kî, çima tu girî, çaxê min li ser vê şahiye û wî dengê dehol û zirnê dikir? Wê digot: Ev dezgîrana bîrayê min bû, wî berê xwe dabû Heleba şewitî ji bo qelenê bavê bûkê bîne, lê ew çû û nevegeriye. Îro tu jî hatî û birên dilê min dîsa vedikî. Ez ji bajêr reviyam, ji bo dengê vê şahiyê nekeve guhên min. Du diya min jî kesên xerîb nahewîne. Ev çil rojên me çêbûn, ku em digrîn. Lê belê tu jî weke birayê min xerîb î, de were îşev mala me!
Dayîkê jî qebûl dikir, ku xerîb wê Xerîb rûnişt û çavên wî bi tembûra wî ket , û her çil xortên hevalên wî nikarîbûn destên xwe bidine tembûrê, jiberku wê xwe nedide destên wan.
|
|
| |
Mamo | Дата: Понедельник, 11.06.2012, 04:29 | Сообщение # 6 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Xerîb digot: Dayê pîrê, tu destûra min bidî, ez bênekê li vê tembûrê bixim? Bi vê tembûrê dixwazim kulên dilê xwe derxînim.
Dayîkê digot: Tu çi mîvanekî bi tekir û mekir î Heke te şîv xwariye, taştê li cem me nîne Kul û birînên dilê min tu neveke û here oxira te ya xêrê be.
Xerîb digot: Dayê pîrê, xwe nekerbîne, min tiştek negotiye. Tu bi qedrê Xwedê kî, bihêle ez li tembûrê bixim. Dîya wî tu çarên din ji xwe re nedît û digot wî, heke ew karibe raje tembûrê, bila lêxîne. Çawa Xerîb destên xwe bi aliyê tembûrê ve dirêjkir. Tembûrê xwe sipartibû wî û wî jî wê li ser çoka xwe danî, paqij kir û tilyên xwe bi ser perdên tembûrê re birin û deng û xurmîn jî têlan anî.
Aşiq Xerîb digot: Hey dinyayê! Ez ji mal çum, maleke têr û tijî, Ez hatim maleke vale û fehma wê dîsa bûye rijî. Hey dinyayê xuşka min ye pak e Xwedê aqil û sewdan li serê te xirakir Çawa tu Aşiq Xerîbê Gêtî, birayê xwe nas nekir
Aşiq Xerîb dilezîne Tembûrê dihiletîne Xwe li devê derî dixîne Dayîk û xuşka wî kor in nabînin
Dîgotin: Me ne em dizanin Aşiq Xerîb nû miriye Her yek ji wan kevirekî li sînga xwe dixîne û şîneke giran datînin Aşîq Xerîb çû û nedîtin
|
|
| |
Mamo | Дата: Понедельник, 11.06.2012, 04:29 | Сообщение # 7 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Her çil hevalên Aşîq Xerîb û mirovin dilsoz û xwedî soz bûn. Ew çil roj derbas dibûn, ku ew neçûne malên xwe. Biryar standibûn, ku heke Şah-Senem bê guhestin, dê xwînê birijînin. Aşîq Xerîb digihişt cem wan û her ew di wê rewşê de ne. Lê wan ew nas nekirin, sîlav li wan kir, wan jî silava wî vedan. Aşiq tembûra xwe diyar kir, ji dakû wî nas bekin û bizanibin, ku ew Aşiqê tembûrvan û dengbêj e.
Yekî jî wan digot: Hey dinyayê, tu jî Aşîq î, de here cem vê şahiya li dar, tê jî xwe re perêkî baş kom bikî. Aşiq digot wan: Xwezî min bizanibe ev çi bela we ye, hûn wisa dilmelûl in? Yekî din digot: Tu ji cem me here, ti karê te li cem me tune. Yê din digot: ka piçekî ji me re lêxe, îro bitenê ji me re maye, erê tu ji kur hatî û tu kî yî? Aşiq digot: Ez mirovekî xerîb im û ji welateê Helebê hatim. Wan digot: Tu bi qedrê Xwedê kî çi ilmê te ji hevalê me heye? Gelo te tiştek ji wî nebihîstiye? Îro daweta Şah-Senem û Şah-Weled e û siba dê wê bighêzin û me qirar daye, ku dinyaye bi ser serên xwe ve hîlînin heke wan ev tişt birne serî.
Aşiq Xerîb tembûr li ser çoka xwe danî û qîrek dabû: Ev dinyake pûç e, derwîn e û kewna vê dinyayê pir şêrîn e Nif´eta tu kurên bavan jê tunîne Ez bilbilim û rebat im Ji sibê heya êvaraê ez wek rebat û bilbilan dixwînim Ez xwedanê tembûra qudretî perde zêrîn im Awirên min gulên mîrinê saçirmên jehrê ne Ez nav û dilê dijminan pê dipertînim Û heke ez serê xwe li her çar qurnên dinyayê biêxînim Ez heval û holdaşan weke yên xwe nabînim.
Yekî ji hevalên wî digot: Dilê min yî bi pîrte pîrte. Tu bi Xwedê kî, tu Aşîq Xerîb î anjî şagirt e? Digot: Birayo! Ez Aşîq im, Aşîqê zor im. Ez Xwedanê tembûra qudretî perde bi mor im Heyf û mixabin Şah-Weled zava ye û bira zava li dorê rûniştî ne Heyf û mixabim sibê dê biguhêzin Şah-Senema min ya sore
Birano! Dilê min bi kîne-kîne qehrê dilên heval û holdaşen min girtîne, Wesyeta Şah-Senemê, Xidir Ilyas destên xwe li ser rûyê Aşiq Xerîb datîne Xulqê wî diguherîne Bisekinin aqil û sewdan xwe bi serê xwe bînin Heke ne ez Aşiq Xerîb bim, gumana min ji hevalê we Aşiq Xerîb nîne. Wan hevdu nas kirin û geh kenîn û geh jî girîn û dilşad dibûn. Xwe avêtin stuyên hevdu. Di cî de tev çûne cem dirwarçiyekî û destek cilên ser hev jê re dane çêkrin û hemû çûne ciyê serşokê û xwe şuştin û xwe bi xemil û rewş kirin. Wan dabû racengî hevdu û Aşiq diket pêşiya wan. Xelkê li cadê ew nas kirin û ew jî gihiştin wan û ber bi dîwana zava û birazavan de diçûn. Dîlan digere, aşiq û hunermendan digotin û xelk tê de germ bûbûn. Tev li tîra zavê rawestiyan. Wan jî Aşiq nas kiri.
Aşiq Xerîb tembûra xwe li ser çoka xwe danîbû û wisa digot: Ez Aşiq im, Aşiqê ji mêj im Ez xwedanê tembûra qudretî perde dirêj im Awirên min gulên mirinê saçirmên jehrê ne ezê li nava zava û birazavan bipertînim. Min dît li dîwanê bûbû pirtepirte û bira çû bira nedigirte
|
|
| |
Mamo | Дата: Понедельник, 11.06.2012, 04:30 | Сообщение # 8 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Yek beziye û gihişte cem Şah-Senem digote: Aşiqek hatiye nizanim ne Aşiq Xerîb e nejî şagirte e.
Şah-Senem digot: Qasido bilezîne û serê min li dora serê xwe bigerîne Ilm û cewabek xêrê ji min re bîne Toqekî gerdena min qudretî zêrîne Ew qîmeta bajarê Bexdayê tîne Mizgîn û bexşiş tu ji xatûne xwe bistîne.
Yek ji gel digot: Dayîk û Xuşka Aşiq Xerîb, ku ew hatiye û dibe ku ew kurê we be, min mîzgîniya xwe divê. Xidîr Ilyas kevîkek dabû Aşîq Xerîb, wî jî bi ser û çavêndayêk û Xuşka xwe dakir û ew vegeriyan weke berê. Qazîdê berê hatiye derê dîwanê û tam û esih zanîbû, ku ew mirov Aşiq Xerîb e.
Dîsa zivirî cem Şah-Senemê û digot: Şah-Senemê dilê min bi pirtepirte Zava û birazava yekî yek nedigirte Min pirs kir ew Aşiq Xerîb e û ne şagirt e.
Şah-Senem dihilhilîne Destê qasidê xwe sê caran diramîse û li ser serê xwe datîne Xwedê serê min li dora serê te bigerîne Tu cemeda dilê Xatûna xwe dihêlî de dipêlînî Destê xwe li gerdena xelawî di qirka hêlî de dipêlînî. Kilîla toq difikîne Toq ji gerden hêlî dertîne Di destê qasidê xwe de datîne Qasido! Tu xêrê li herdu dinyayan jê bibînî Yeqîn bike ji Rebil-alamîne Qîmetê nîvê bajarê Baxdayê tîne. Şah-Senem Xatûn xwe bi oda bûkantiyê digihîne Xeml û xêza xwa ya bûkantiyê ji mal dertîne Bejin û bala xwe ya zirav û nazik pê dixemlîne Çavên belek ji kilê sibhanî barkirine Lingên xwe di şimikên Entabê de dixîne Xêl û sipî çola hevrîşim bi ser bejna xwe ya zirav de dixuşîne Û haja kesekî ji Şah-Senem Xatûnê nîne Û qesta dîwana zava û bîrazava bi lingên xwe kirîne. Li derê dîwanê sekinî, li wan dikir silave: Xêl û sipî çala herîrî bilind kir ji ser herdu çavan: Serê min biqurban be, dîwana Aşiq Xerîb lê rûniştîn li nave.
Şah-Senem hat û gote xuşka Aşîq Xerîb: Here çîqekê bi wê de û digot: Xuşka Şah-Senem rêka min û rêka bîre Hêstirên min nediketin avan û kaniyan û xedîran. Û ez di bextê te de gazinan ji min neke, Aşiq Xerîb bîrakê min yê şîr e.
Digot: Dayîka wî bi wir ve here da ez li cem Aşîqê xwe rûnim! Dayîkê lê vegerand û digot: Şah-Senema minê Sê wextan min dabû Aşiq Xerîb şîre û heft salan ez bi Aşiq Xerîbê xwe re bûm êsîre Çil rojî min Aşiq Xerîb nedît, ez dibûm kore
Şah-Senem digot: Dayê pîrê heke tu naçî bi wir ve Xwedê wekîl be ezê niha xwe bihetikînim û rûnim di dawê de. Şah-Weled çavên xwe dîgerîne ji birazava yekî jî li dora xwe nabîne û bala xwe dayê, ku tiştekî xêrê li ba heval û holdaşên Aşîq Xerib nîne.
Lewma got: Gelî camêran hûnê Xwedê bihebînin Vê kêf û şahiyê me biterkînin Hûnê Şah-Senem ji Aşîq Xerîb re biguhêzin û berdêliya wê ji min re xuşka Aşiq Xerîb bînin.
Xuşka Aşiq Xerîb ji Şah-Weled re guhastin û Şah-Senem jî Aşîq Xerîb re guhastin. Gava Aşiq Xerîb qesda koza wê kir Emîn Cibrayîl rihê herduyan distîne.
|
|
| |