Суббота, 18.05.2024, 14:34
Приветствую Вас, Гость
[ Новые сообщения · Участники · Правила форума · Поиск · RSS ]
  • Страница 2 из 2
  • «
  • 1
  • 2
Форум » Тексты песен - Gotine Strana - Kurdish Lyrics - Kürtçe Şarkı Sözleri » ♥ Ç ♥ Ч ♥ » ÇAR NEWA (CAR NEWA,ÇAR NEWA GOTINE STRANA, Тексты песен, şarkı sözleri)
ÇAR NEWA
albina_kurdiДата: Суббота, 09.06.2012, 22:18 | Сообщение # 16
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Berîtan

Çendî hebim ji bîr naçe Bêrîtana min
Awaz û sirûd li ser dev e Bêrîtana min

Kulîlka deşt û çiyan e Bêrîtana min
Eniya pêş te wê can daye Bêrîtana min

Cenga jînê te xweş dikir Bêrîtana min
Wekî pêlan êrîş dikir Bêrîtana min
Çeper nedida ber xwe dida Bêrîtana min
Paşverûtî mehkum dikir Bêrîtana min

Eniya şer de ya li pêş bû Bêrîtana min
Şehîdbûnê de her li pêş bû Bêrîtana min
Wek şefeqê ron û geş bû Bêrîtana min
Xemla xwey bûkanî sor bû Bêrîtana min
 
albina_kurdiДата: Суббота, 09.06.2012, 22:18 | Сообщение # 17
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
De Bila bê to

Hoy hoy de bila bê to de bila bêt
De bila bê to rûbara
Hoy hoy ew robarê hêzila
De bila bê to de bila bêt, de bila bê to rûbara

Hoy hoy de bila bê to de bila bêt
De bila bê to rûbara
Hoy hoy ew robarê satêyo
Hoy hoy kes nehato kes neçî
Hoy hoy ew robarê rûbara
Hoy hoy tasek av jê vexwara

Hayîîî.... Heyran jaro....
Zahoka Banînan bi xemgîn e hêê...
Û ser da hêlzîne bira ka bîne
Dibê diçim tava Xalan û gerdenê…
Ez çi bikim mirin e mala xwedî şewitî
Nêzîk e derdina şao…
Ayê hayê hayê...

Hoy hoy ew robarê sînê tê
Hoy hoy serkanî ji binyê tê
Hoy hoy ew robarê kesanê
Hoy hoy kişya ji bin silanê
 
albina_kurdiДата: Суббота, 09.06.2012, 22:19 | Сообщение # 18
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Newrozê

Min jî dixwest rojeke Newrozê
Bi kenan bi evînan bihatama
Min jî dixwest baran dirêj bibare
Wek çiyayê Oramarê bişewitîyama

Min jî dixwest tim bikenin zarok
Wek lehiyên zivistanê tev hatin
Min jî dixwest wek destên Bêrîtanê
Serê çiyan porê stêrkan şe bikira
 
albina_kurdiДата: Суббота, 09.06.2012, 22:19 | Сообщение # 19
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Enedol im ez

Min dergûşan daye Nûh
Deydikan, hêlekanan
Enedol im ez tu dinasî?
Hember xelkê rojê tazî
Şerm dikim şerm dikim

Bimeşe bi ser û ser

Tû bike rûyê cellad
Yê xwedî keysê, xayin û fesat
Di ber xwe bide bi neynûk, bi diran
Bi evîn bi hêvî

Wisa xwe xerab meke
Wisa reben wisa xemgîn
Li ku derê dibî bibe
Hundir, derve, dersê de sirê de

Bimeşe bi ser û ser
Tû bike rûyê cellad
Yê xwedî keysê, xayin û fesat
Di ber xwe bide bi neynûk, bi diran
Bi evîn bi hêvî
 
albina_kurdiДата: Суббота, 09.06.2012, 22:20 | Сообщение # 20
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Xurbet

Bila baskê'm hebûna
Xwezî ez bifiriyama
Biçûma welatê xwe
Şopên evînên xwe de
Bila hebe xurbet
Bila hebe xewnbêjî
Êdî bila hebe, bila hebe dûrbêjî
Êdî bila hebe, bila hebe ax

Minê bidîta qey di çavên xezala xwe de
Minê bidîta qey rûyê dost û hevalan

Welato welatê min
Evîna ber dilê min
Hembêza xwe veke ez têm
Mirin be bila hebe
 
albina_kurdiДата: Суббота, 09.06.2012, 22:20 | Сообщение # 21
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Ez Sivanim

Gure gura çemê me ye
Xuse xusa ava me ye

Gurzek gîha milê min e
Kale kala pezê min e
Ez sivan im bilûrvan im

Dara biyê binya malê
Tu kulîlka serê darê

Kûzek hilda çû serayê
Dev biçûkê çima nayê
Ez sivan im bilûrvan im

Gazî dikim çima nayê
Dilsoza min benda te me

Desmala te destê min e
Çavên min li riya te ye
Ez sivan im bilûrvan im
 
Форум » Тексты песен - Gotine Strana - Kurdish Lyrics - Kürtçe Şarkı Sözleri » ♥ Ç ♥ Ч ♥ » ÇAR NEWA (CAR NEWA,ÇAR NEWA GOTINE STRANA, Тексты песен, şarkı sözleri)
  • Страница 2 из 2
  • «
  • 1
  • 2
Поиск: