06:22 Yekbûn |
YekbûnEv Lor û Bextiyari, Baban;Kurdmanc û Hevreman û Zazan; Kurdên ji welatê Rom û Sorî, Kurdên Ecem û Irak û Sûrî, Kurdên ji welatê jor û jêrîn; Serçav bilind û zexm û nêrîn. Kurdên ji Blûc û Kurdên Efgan Di hêvî de yek in û yek di raman Yekbext in hemû, ne bextiyarvin ; Ser erd û dinê, birenc û jarin. Zerdeşt bû mela ji bo me kurda, Qanûn bû çiraya Zendavesta Ew felsefeya qedim û pir nûr, Zendî, zmanê kevn û meşhûr, Zerdeşt û çiraya zîvê. . Zerdeşt, Ronî ewe, ser çiyan û ser deşt. Her gat ji kitêba Zendavesta, Pêtek bû li dil, gurî di desta, Ristem ji me ye û şah Nadir, Siltan Selahedinê dengîr, Xanî û melayê Bale, Teyran; Gî kurd in hemû ji xwîna kurdan Nadî ji me ye, û şêx Ehmed; Himê me ye Zend û dewleta med Agrî, Sine Wan û Mûş û Zîlan, Kanî ne, ji wan vejîne xortan Sinî elewî û Eyzedi çi ? ? ? Em bune xulam û mane birçî!!! Kurd in, ne cuda ji dar û ra ne, Bin destê Xwedê û vek xwedan e, Kurd in hemû em, ji yek nijand in Tev dad û kerem û pak nihad in. Bextên me yek in, ne sê ne çarin Em kurd in û tev bra û yar in. Agrî, Sine, Wan û Mûş û Zîlan, Kanî ne ji wan vejîne xortan Sinî, Elewî û Eyzedî çî ?.?.? Em bûne xulam û mane birçî!!!!!!! Dr.Kamiran Ali Bedirxan |
|
Всего комментариев: 1 | ||
| ||