YekbûnEv Lor û Bextiyari, Baban;Kurdmanc û Hevreman û Zazan; Kurdên ji welatê Rom û Sorî, Kurdên Ecem û Irak û Sûrî, Kurdên ji welatê jor û jêrîn; Serçav bilind û zexm û nêrîn. Kurdên ji Blûc û Kurdên Efgan Di hêvî de yek in û yek di raman Yekbext in hemû, ne bextiyarvin ; Ser erd û dinê, birenc û jarin. Zerdeşt bû mela ji bo me kurda, Qanûn bû çiraya Zendavesta Ew felsefeya qedim û pir nûr, Zendî, zmanê kevn û meşhûr, Zerdeşt û çiraya zîvê. . Zerdeşt, Ronî ewe, ser çiyan û ser deşt. Her gat ji kitêba Zendavesta, Pêtek bû li dil, gurî di desta, Ristem ji me ye û şah Nadir, Siltan Selahedinê dengîr, Xanî û melayê Bale, Teyran; Gî kurd in hemû ji xwîna kurdan Nadî ji me ye, û şêx Ehmed; Himê me ye Zend û dewleta med Agrî, Sine Wan û Mûş û Zîlan, Kanî ne, ji wan vejîne xortan Sinî elewî û Eyzedi çi ? ? ? Em bune xulam û mane birçî!!!< ... Читать дальше » |