Суббота, 18.05.2024, 15:26
Приветствую Вас, Гость
[ Новые сообщения · Участники · Правила форума · Поиск · RSS ]
  • Страница 1 из 1
  • 1
Форум » Тексты песен - Gotine Strana - Kurdish Lyrics - Kürtçe Şarkı Sözleri » ♥ G ♥ Г ♥ » GULÊ (GULE GOTINE STRANA, Тексты песен, şarkı sözleri)
GULÊ
MamoДата: Суббота, 02.06.2012, 23:11 | Сообщение # 1
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Репутация: 0
Статус: Offline
Gulê

Bejnê
Bejnê, bejnê lê bejnê, bejnê lê bejnê,
Bejnê lê bejna kê
Bejnê bejnê lê bejnê,bejnê lê
Sor qelemê le min bi gorî
Ez û bejna lê xwe bi hev ketin lê
Bejnê, bejnê lê bejna kê
Ez û bejna lê xwe bi hev ketin lê
Gelo zerîya min lê ji mala kê
Ha bi hêlanê lê bilind ketin lê
Bejnê, bejnê lê bejna kê
Ha bi hêlanê lê bilind ketin lê
Gelo zerîya min lê ji mala kê
Gelî kûrbû lê wem daketin lê
Bejnê,bejnê lê bejna kê
Gelî kûrbû lê wem daketin lê
Gelo zerîya min lê ji mala kê
Xewkam hatî lê wem raketin lê
Bejnê,bejnê lê bejna kê
Xewkam hatî lê wem raketin lê
Gelo zerîya min lê ji mala kê
Herêm : Serhed
Çavkanî : Enwer ê Xendeq a
Berhevkar : Aydin Korkmaz

Erê Nîna
Erê nîna nîna nîna nîna
Erê ez mireno tu senena
Erê hevro veciya hevro tarî
Çênê hevro veciya hevro tarî
Erê nîna nîna nîna nîna
Erê ez mireno tu senena
Erê şiliya varî şilya şanî
Çêne şiliya varî şilya şanî
Erê nîna nîna nîna nîna
Erê ez mireno tu senena
Erê payîz bêro ez sebkerî
Çênê payîz bêro ez sebkerî
Erê qeder çîno ez sebkerî
Çênê qeder çîno ez sebkerî
Erê nîna nîna nîna nîna
Erê ez mireno tu senena
Gotin û Muzîk : Gelêrî
Herêm: Serhed (Gimgim)
Çavkanî : Erdal Yilmaz

Rinda min
Agir ketiye dilê min
Xew nakeve çavê min
Çima tu ji min dur ketî
Bêje roniya çavê min
Gewra min rinda min
Çend sale li benda te me
Welle çil sale li hêvya te me
Ev çi axu nalîne
Dil şewitî berf bîne
Tu bi xatirê xwedê ke
Nebêje ewya dîne
Gewra min rinda min
Çend sale li benda te me
Welle çil sale li hêvya te me

Gotin: Beytocan
Muzîk : Anonîm
Duet :Önder Deniz

Ddengê Zerdeşt
Tu buyî dengê Zerdeşt
Kawayê Medyayî
Tu buyî resmê Manî
Baxçe yê ronahiyê
Tu buyî dengê Îsa
Çarmixa romayê
Dengê Hesen û Hüseyn
Di nav Kerbelayê
Tu buyî deng û rengê
Jiyan û azadiyê
Gel orkestra te bû
Serhildan awaze
Zilan rengê te bû
Bihar û Newroze
Mazlum dengê te bû
Agît rext û saze
Zilan çelengtir bû
Li ser monalîze
Tu buyî deng û rengê
Jiyan û azadiyê

Gotin û Muzik: Ozan Serhat

Potborî / Lo gede
Lob lo gede lo gede lob lo gede lo gede
Lob lo gede lo gede wî xwedê bela xwe bide te
Tu çima hatî mala me lob lo gede lo gede
Tu çima hatî mala me wî xwedê bela xwe bide te
Pişta xwe da sêrê me lob lo gede lo gede
Pişta xwe da sêrê me wî xwedê bela xwe bide te
Lob lo gede lo gede lob lo gede lo gede
Lob lo gede lo gede wî xwedê bela xwe bide te
Dilkê xwe xist keçka me lob lo gede lo gede
Dilkê xwe xist keçka me wî xwedê bela xwe bide te
Rabe here ji mala me lob lo gede lo gede
Rabe here ji mala me wî xwedê bela xwe bide te
Lob lo gede lo gede lob lo gede lo gede
Lob lo gede lo gede wî xwedê bela xwe bide te

Lê dînê
Lê dîn lê dîn lê dînê lê lê dînê
Lê dîn lê dîn lê dînê zalim dînê
Were em herin Mêrdînê lê lê dînê
Were em herin Mêrdînê zalim dînê
Ji tera bînim poytînê lê lê dînê
Ji tera bînim poytînê zalim dînê
Lê dîn lê dîn lê dînê lê lê dînê
Lê dîn lê dîn lê dînê zalim dînê
Qeysa nigê te bînim lê lê dînê
Qeysa nigê te bînim zalim dînê
Te ji xwera bihebinim lê lê dînê
Te ji xwera bihebinim zalim dînê
Lê dîn lê dîn lê dînê lê lê dînê
Lê dîn lê dîn lê dînê zalim dînê

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Serhed
Berhevkar: Gulê
 
albina_kurdiДата: Пятница, 15.06.2012, 01:05 | Сообщение # 2
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Xezalê

Diherike ava cem û kaniya xezalê
Tev heliya berfa li ser zinara delalê
Ciya bi ciya digerim te nabînim xezalê
Hêviya te me hêviya te me de were delalê
Naziya meke naziya meke de were xezalê
Naziya meke naziya meke de were delalê
Min hêvî kir xwedê miradêm nekir xezalê
Birînê dilêm kurin te kew nekir delalê
Sev û rojan xew bi cavêm nakeve xezalê
Derdê dilêm pirin ez bê halim delalê
Naziya meke naziya meke de were xezalê
Naziya meke naziya meke de were delalê

Gotin û Muzik : Kawa
 
albina_kurdiДата: Пятница, 15.06.2012, 01:05 | Сообщение # 3
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Ey Xuda

Sê car bew mangey xermaney dawe
Hêşta meylî tom bekes nedawe
Ey xuda lew agir barana barana barana
Yar bibê to malim wêrana wêrana wêrana
Hey dad hey bê dad eme hal niye
Kes le derdi kes agadar niye
Ey xuda lew agir barana barana barana
Yar bibê to malim wêrana wêrana wêrana
Hey dad hey bê dad em dewre dile
Her ciwanek bi dest dilê zelîle
Ey xuda lew agir barana barana barana
Yar bibê to malim wêrana wêrana wêrana

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Silêmaniye
 
albina_kurdiДата: Пятница, 15.06.2012, 01:05 | Сообщение # 4
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Way Lê

Waylê waylê way liminê
Hiş aqil serê min çûne
Va çi birîna min kure
Kes jê nake bipêçîne
Waylê waylê way li minê
Waylê waylê way liminê
Tu dermanê dilê minê
Tu hêvîya dilê minê
Kanya gundê me zelale
Keçka li ser pir delale
Kasek ava sar biminde
Serbilindê bibê hale
Waylê waylê way liminê
Waylê waylê way liminê
Tu dermanê dilê minê
Tu roniya çavê minê

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Konya
 
albina_kurdiДата: Пятница, 15.06.2012, 01:06 | Сообщение # 5
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Jivir Şunda

Te derbekî kur li min da
Jibîr nakim jivir şunda
Bibî gula baxê gunda
Te bêhn nakim jivir şunda
Birîndarê destê teme
Kanê qewl û peymanên me
Ji xwarinan bibî xurme
Ez te naxwim jivir sunda
Awir nede bijang rimê
Bela teye ez ketimê
Tu bibî ava zemzemê
Te venaxwim jivir şunda
Ez din kirim li civakê
Dur xistim ji vî welatê
Bibî horî li bihuştê
Te nagirim jivir şunda

Helbest : Cemal Ballikaya
Muzîk : Mahsuni Serif
 
albina_kurdiДата: Пятница, 15.06.2012, 01:06 | Сообщение # 6
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Dê Rabe

De rabe rabe rabe rabe dilo rabe
De rabe rabe rabe rabe tew dilo rabe
Dil ketiyê ray lê nabe rabe dilo rabe
Dil ketiyê ray lê nabe rabe tew dilo rabe
Kanîka lûle zere rabe dilo rabe
Kanîka lûle zere rabe tew dilo rabe
De rabe rabe rabe rabe dilo rabe
De rabe rabe rabe rabe tew dilo rabe
 
Форум » Тексты песен - Gotine Strana - Kurdish Lyrics - Kürtçe Şarkı Sözleri » ♥ G ♥ Г ♥ » GULÊ (GULE GOTINE STRANA, Тексты песен, şarkı sözleri)
  • Страница 1 из 1
  • 1
Поиск: