Mamo | Дата: Суббота, 02.06.2012, 23:11 | Сообщение # 1 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Gulê
Bejnê Bejnê, bejnê lê bejnê, bejnê lê bejnê, Bejnê lê bejna kê Bejnê bejnê lê bejnê,bejnê lê Sor qelemê le min bi gorî Ez û bejna lê xwe bi hev ketin lê Bejnê, bejnê lê bejna kê Ez û bejna lê xwe bi hev ketin lê Gelo zerîya min lê ji mala kê Ha bi hêlanê lê bilind ketin lê Bejnê, bejnê lê bejna kê Ha bi hêlanê lê bilind ketin lê Gelo zerîya min lê ji mala kê Gelî kûrbû lê wem daketin lê Bejnê,bejnê lê bejna kê Gelî kûrbû lê wem daketin lê Gelo zerîya min lê ji mala kê Xewkam hatî lê wem raketin lê Bejnê,bejnê lê bejna kê Xewkam hatî lê wem raketin lê Gelo zerîya min lê ji mala kê Herêm : Serhed Çavkanî : Enwer ê Xendeq a Berhevkar : Aydin Korkmaz
Erê Nîna Erê nîna nîna nîna nîna Erê ez mireno tu senena Erê hevro veciya hevro tarî Çênê hevro veciya hevro tarî Erê nîna nîna nîna nîna Erê ez mireno tu senena Erê şiliya varî şilya şanî Çêne şiliya varî şilya şanî Erê nîna nîna nîna nîna Erê ez mireno tu senena Erê payîz bêro ez sebkerî Çênê payîz bêro ez sebkerî Erê qeder çîno ez sebkerî Çênê qeder çîno ez sebkerî Erê nîna nîna nîna nîna Erê ez mireno tu senena Gotin û Muzîk : Gelêrî Herêm: Serhed (Gimgim) Çavkanî : Erdal Yilmaz
Rinda min Agir ketiye dilê min Xew nakeve çavê min Çima tu ji min dur ketî Bêje roniya çavê min Gewra min rinda min Çend sale li benda te me Welle çil sale li hêvya te me Ev çi axu nalîne Dil şewitî berf bîne Tu bi xatirê xwedê ke Nebêje ewya dîne Gewra min rinda min Çend sale li benda te me Welle çil sale li hêvya te me
Gotin: Beytocan Muzîk : Anonîm Duet :Önder Deniz
Ddengê Zerdeşt Tu buyî dengê Zerdeşt Kawayê Medyayî Tu buyî resmê Manî Baxçe yê ronahiyê Tu buyî dengê Îsa Çarmixa romayê Dengê Hesen û Hüseyn Di nav Kerbelayê Tu buyî deng û rengê Jiyan û azadiyê Gel orkestra te bû Serhildan awaze Zilan rengê te bû Bihar û Newroze Mazlum dengê te bû Agît rext û saze Zilan çelengtir bû Li ser monalîze Tu buyî deng û rengê Jiyan û azadiyê
Gotin û Muzik: Ozan Serhat
Potborî / Lo gede Lob lo gede lo gede lob lo gede lo gede Lob lo gede lo gede wî xwedê bela xwe bide te Tu çima hatî mala me lob lo gede lo gede Tu çima hatî mala me wî xwedê bela xwe bide te Pişta xwe da sêrê me lob lo gede lo gede Pişta xwe da sêrê me wî xwedê bela xwe bide te Lob lo gede lo gede lob lo gede lo gede Lob lo gede lo gede wî xwedê bela xwe bide te Dilkê xwe xist keçka me lob lo gede lo gede Dilkê xwe xist keçka me wî xwedê bela xwe bide te Rabe here ji mala me lob lo gede lo gede Rabe here ji mala me wî xwedê bela xwe bide te Lob lo gede lo gede lob lo gede lo gede Lob lo gede lo gede wî xwedê bela xwe bide te
Lê dînê Lê dîn lê dîn lê dînê lê lê dînê Lê dîn lê dîn lê dînê zalim dînê Were em herin Mêrdînê lê lê dînê Were em herin Mêrdînê zalim dînê Ji tera bînim poytînê lê lê dînê Ji tera bînim poytînê zalim dînê Lê dîn lê dîn lê dînê lê lê dînê Lê dîn lê dîn lê dînê zalim dînê Qeysa nigê te bînim lê lê dînê Qeysa nigê te bînim zalim dînê Te ji xwera bihebinim lê lê dînê Te ji xwera bihebinim zalim dînê Lê dîn lê dîn lê dînê lê lê dînê Lê dîn lê dîn lê dînê zalim dînê
Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Serhed Berhevkar: Gulê
|
|
| |
albina_kurdi | Дата: Пятница, 15.06.2012, 01:05 | Сообщение # 2 |
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Статус: Offline
| Xezalê
Diherike ava cem û kaniya xezalê Tev heliya berfa li ser zinara delalê Ciya bi ciya digerim te nabînim xezalê Hêviya te me hêviya te me de were delalê Naziya meke naziya meke de were xezalê Naziya meke naziya meke de were delalê Min hêvî kir xwedê miradêm nekir xezalê Birînê dilêm kurin te kew nekir delalê Sev û rojan xew bi cavêm nakeve xezalê Derdê dilêm pirin ez bê halim delalê Naziya meke naziya meke de were xezalê Naziya meke naziya meke de were delalê
Gotin û Muzik : Kawa
|
|
| |
albina_kurdi | Дата: Пятница, 15.06.2012, 01:05 | Сообщение # 3 |
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Статус: Offline
| Ey Xuda
Sê car bew mangey xermaney dawe Hêşta meylî tom bekes nedawe Ey xuda lew agir barana barana barana Yar bibê to malim wêrana wêrana wêrana Hey dad hey bê dad eme hal niye Kes le derdi kes agadar niye Ey xuda lew agir barana barana barana Yar bibê to malim wêrana wêrana wêrana Hey dad hey bê dad em dewre dile Her ciwanek bi dest dilê zelîle Ey xuda lew agir barana barana barana Yar bibê to malim wêrana wêrana wêrana
Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Silêmaniye
|
|
| |
albina_kurdi | Дата: Пятница, 15.06.2012, 01:05 | Сообщение # 4 |
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Статус: Offline
| Way Lê
Waylê waylê way liminê Hiş aqil serê min çûne Va çi birîna min kure Kes jê nake bipêçîne Waylê waylê way li minê Waylê waylê way liminê Tu dermanê dilê minê Tu hêvîya dilê minê Kanya gundê me zelale Keçka li ser pir delale Kasek ava sar biminde Serbilindê bibê hale Waylê waylê way liminê Waylê waylê way liminê Tu dermanê dilê minê Tu roniya çavê minê
Gotin û Muzîk: Gelêrî Herêm: Konya
|
|
| |
albina_kurdi | Дата: Пятница, 15.06.2012, 01:06 | Сообщение # 5 |
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Статус: Offline
| Jivir Şunda
Te derbekî kur li min da Jibîr nakim jivir şunda Bibî gula baxê gunda Te bêhn nakim jivir şunda Birîndarê destê teme Kanê qewl û peymanên me Ji xwarinan bibî xurme Ez te naxwim jivir sunda Awir nede bijang rimê Bela teye ez ketimê Tu bibî ava zemzemê Te venaxwim jivir şunda Ez din kirim li civakê Dur xistim ji vî welatê Bibî horî li bihuştê Te nagirim jivir şunda
Helbest : Cemal Ballikaya Muzîk : Mahsuni Serif
|
|
| |
albina_kurdi | Дата: Пятница, 15.06.2012, 01:06 | Сообщение # 6 |
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Статус: Offline
| Dê Rabe
De rabe rabe rabe rabe dilo rabe De rabe rabe rabe rabe tew dilo rabe Dil ketiyê ray lê nabe rabe dilo rabe Dil ketiyê ray lê nabe rabe tew dilo rabe Kanîka lûle zere rabe dilo rabe Kanîka lûle zere rabe tew dilo rabe De rabe rabe rabe rabe dilo rabe De rabe rabe rabe rabe tew dilo rabe
|
|
| |