Mamo | Дата: Суббота, 02.06.2012, 23:18 | Сообщение # 1 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Egît Dûr neçe heval Na na tu dûr neçe Zemherê tofane Bahoz û borana Xew şîrîne na heval
Dilê min naha bîra ji agire Vêdikeve bi evîne Wek axa welatê min û rih dide can êmin Lê çima sar dibe laşê te Wek hêstêrek çav êmin wekê berfa Zagrosan Dûr neçe heval na na tu dûr neçe Veke çavan loo zanim xew şîrîne Lê rabe nobedarîya man û nemanêye rabe Vaye binêr berbangê avît dîsa Roj derdikeve agir li çîyan pêdikeve Vaye bi bîhîse dengê ava kû diherike Dengê dilê kû dihele Dengê dilê kû dihele
Rab serê rake Biqîre çavan veke Dengê xwe bilindke Dilê xwe geş bike Hêvya me nêze heval
Zanim belkî tu ji zanî Her bûhar xwe ji nû vedixemîlîne Li Zap Çûkûrca Colemerk û Hakûrk Naha serî rake çavan veke û biqîre Wek sitranek azadîyê û wekê sitranek aşîtîyê Heeeeey egît bazên çîyayên Colemerk Dûr neçe heval na na tu dûr neçe Ji here bihnekîde hezar car dişewête cîger Vaye binêr rê hevalên te bablekanê dileyîzin û zanibe benda te ne naha dema serkeftinêye naha rabe
Dengê xwe bilindke Dilê xwe geş bike Hêvya me nêze heval
Çemme Here çemme çemme çemme Deşta Heranê çemme deşta wêranê çemme
Evdal beg tê ji eceme here çemme çemme Evdal beg tê ji eceme deşta Heranê çemme Wî bi êlê xwe da cem me here çemme çemme Wî bi êlê xwe da cem me deşta Heranê çemme
Lal bîye bîye bîye deşta Mêrdînê bîye Lal bîye bîye bîye deşta wêranê bîye Evdal beg li bin sîye deşta Mêrdînê bîye Evdal beg li bin sîye deşta wêranê bîye
Here çemme çemme çemme Deşta Heranê çemme deşta wêranê çemme
Dilo Wey malîno ezê çibikim ji xwe Ji vî dilê li min ji vî dilê Gundî malîkê awa kîbar ji wirda tê Tim ser pêşîda di milmîlî li min di milmîlî Wey la dînê xwezka te lawêki xwe bidîta Çend pêşîda li ser kevna zor ewîlî li min zor ewîlî
Ax malîno kewan yeke sor sîpîye xwîn şîrîne Li min xwîn şîrîne Ay de min go morî mircan zenda serda Sor sîpîne li min sor sîpîne Gundî malî kes nakeve peya'm kewa min a gozel Serê dilê'm dihelîne li min dil kafiro
Weyla dînê ezê navê te nizanim Dêbêm Hewê li min dêbêm Hewê Ay de bê dêbê sûreta bilbilê dixwîne bi sî û sê zimana Wer dengê dîkê zimanê kewê li min zimanê kewê Gundê malê ezê tucar terka wî bernadim li ser rindê Çav û bîryê belek vî bedewê li min dilo
Şev Tarî Şevka şevqa payîza şev tarî tarî Şevka şevqa payîza şevqa reş baran barî Xew xweşe bi aqlê qîza şev tarî tarî Xew xweşe bi aqlê qîza şevqa re baran barî
Şevka şevqa bûhara şev tarî tarî Şevka şevqa bûhara şevqa reş baran barî Xew xweşe bi aqlê yara şev tarî tarî Xew xweşe bi aqlê yara şevqa re baran barî
|
|
| |
Mamo | Дата: Суббота, 02.06.2012, 23:18 | Сообщение # 2 |
Генерал-майор
Группа: Администраторы
Сообщений: 288
Статус: Offline
| Sebra Min Ava kanîya'm xweş diherike Bê deng û zelal newal û çeman Bûhara rengîn hesreta mezin Newroza rengîn hesreta mezin Dêgêjin hevdû dibine yek dil Dîlana agir vêdikeve gul
De were were sebra min were Ez dil gêjim hesreta dile Ez dil dînim bûhar û gule
Sitran û awaz ser dengê evdal Dibe wek bayê dilde ser ax Agirê Ararat sîpanê Xelat Agirê Ararat Mûnzûr û Ferhat Hêvîyek mezin li benda welat Di bav heliya rojê Ferhat
De were were sebra min were Ez dil gêjim hesreta dile Ez dil dînim bûhar û gule
Lê Xan Walay tu xanê lê lê xan Billeh tu xanê lê lê xan Solê te sorin lê lê xanê Porê te yên şeh lê xan Pezê'm windabû lê lê Paş kotan û tav lê xan
Walay tu xanê lê lê xan Billeh tu xanê lê lê xan Tu qîza axa lê xanê Tu qîza paşê xan Pezê'm windabû lê lê Paş kotan û tav lê xan
Esmer Eman Esmer eman eman Dîlber eman delalê yeman Çi kulîlka dora çeman Xelk zewîcî ez û tu man
Esmer min dî sêlê tîne Dîlber min dî sêlê tîne Başê miskê jê dixîme îmalişka lo pîra distîne
Esmer eman delalê rindê Wî başarê ru tenê rindî Tu bedewa nava gundî Tu nazika nava gundî
Esmer eman eman Dîlber eman delalê yeman Çi kulîlka dora çeman Xelk zewîcî ez û tu man
Yara min Şev tarî bû dîsa ez tenê me, bê yara xwe me Hêstêr ji çavê min wek baranê tê, tê dibarim Bi roj û şev li vêr li benda yarê, lê xeber nayê Tenê bûn gelekî zore, ez ditirsim dayê
Tu caran te ji bîrnakim Tu caran ji kesekî din hesnakim Bê te nameşe jîyana min yara min
Tê bîra min bi roja reş tarî, lê baran dibarî Wek xeyalek gotine min, yar zewîcîye Çima çûyî ji jîyana min, çima yarê Tu dizanî îdî ev jîyan ji minra bû dawî
Tu caran te ji bîrnakim Tu caran ji kesekî din hesnakim Bê te nameşe jîyana min yara min
Husna Canê Fitanê sor li xwe neke, Xwe li nava gund liba neke Emrê min bîst sale Li dû xweda teba neke
Herê lê lê husna canê Ben da te me bi sala yê Tu evîna nav dila yî Herê lê lê derd giranê
Çi kîrîye çi kîrîye Lawêkê xelkê dîn kîrîyê Fistanê te serê te bixwe Dilê min tîjî kul kîrîye
Herê lê lê husna canê Ben da te me bi sala yê Tu evîna nav dila yî Herê lê lê derd giranê
Ax Welat Sal derbas bûne ji te dûr bû me Hesreta mine te bibînim Li nava xerîbî jîyan nameşe Dilê min ser te pir diêşe
Ax welatê min ronîya çavê min Bi ro bi şevan tu li bîramin Ax welatê min cî û warê min Ne ma ez vegerim gundê min
Wek min bi hezaran ketin nav rêyan Koçber bûn welatê bêyanîyan Tu jî dinalî pir bîrîndarî Li hêvîya gelê xwe mayî
Ax welatê min ronîya çavê min Bi ro bi şevan tu li bîramin Ax welatê min cî û warê min Ne ma ez vegerim gundê min
Dayê Neke hewar dayê Neke gazî dayê Bese tu dinalî Dayka min Kurdistan
Dayê li minê dayê Dayê bê kesê dayê Dayê şîrînê dayê Tu tenê mayî li vî dênya yê dayê
Agirê newrozê Gej bû li cîhanê Her der ser hildane Azadî nîşane
Dayê li minê dayê Dayê bê kesê dayê Dayê şîrînê dayê Tu tenê mayî li vî dênya yê dayê
|
|
| |