Суббота, 18.05.2024, 12:46
Приветствую Вас, Гость
[ Новые сообщения · Участники · Правила форума · Поиск · RSS ]
  • Страница 1 из 1
  • 1
Форум » Тексты песен - Gotine Strana - Kurdish Lyrics - Kürtçe Şarkı Sözleri » ♥ W ♥ X ♥ Y ♥ Z ♥ W ♥ Х ♥ Й ♥ З ♥ » XANEMIR
XANEMIR
albina_kurdiДата: Воскресенье, 24.06.2012, 23:04 | Сообщение # 1
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Tê Tê

Tê tê tê ji wêda tê
Şîrînê şerbetê
Dixwazim bibînim
Heta qıyametê

Hate nav dawetê
Kete ber milê min
Dengê daholê tê
Gur gurma dilê min

Tê tê tê ji malê tê
Ber min redi bore
Awiran di avêje
Dilê min di kuje

Pêşberê min rûnişt
Bi misk û emberê
Aqıl limin ne hişt
Hate nav dawetê

Tê tê tê bi carekê
Çavreşê beleke
Kes çavan ne bînî
Yê min xwedê nekê

Hate nava dawetê
Ham li ber pencerê
Kesera dilê min
Wek şûr û xencerê

Gotin û mizîk :Nûdem
 
albina_kurdiДата: Воскресенье, 24.06.2012, 23:04 | Сообщение # 2
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Ey Zagros

He şopa siwaren tofana giran li ser
Pişta te dinale
Hê bi birînin rûpelên dîroka te
Tu çima sînga xwe vedişêrî
Di zivistana sar û seqem de
Ji kulîlkên buharê re
We hê çend şev bi bagerbin li awirên te
Wê hê çend karwan bikevin
Wê hê çendkevok biqefilin li hêlînên te
Ma heta kengê wê senfoniya mirinê
Bifûre li ser banî û pasarên te
Wan çavên geş û dilên pak li hêviye
Biharê ne
Hewarê radighînin berbangê re
Rê bide zagroz ji karwanê evînêre
Rê bide bila tûvên biharê bi bizirînin
Mijên te zagroz
Rê bide ku hêviyên azadiyê bibiriqe
Rê bide û rê bide

Karvanek rêket çiyayê zagroz
Mij û dûman ketin ber roj
Roj çû ava şev bû tarî
Dîsa lime befir barî
Heval were ez benda te me

Ba û bager hişk û sare
Zivistan wek gurê hare
Dilê min de hêviyek heye
Carek dinê bihar were
Heval were ez benda teme

Helbest:Xanemîr
Gotin û muzîk:Xanemîr û rûşen çaçan
 
albina_kurdiДата: Воскресенье, 24.06.2012, 23:05 | Сообщение # 3
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Qulingo

Hey lê wayê guling
Heyla qulingo tunê ser minda wisa neke
Serê per û baskête şikestine
Kuka qanadête çamûre
Derabe ezê destê te biçûkê te nezanê
Bigrimbibim welatê şîrîne
Bila her sê roje havîne ciyête merg û
Çîmen çem û çem kanîbe
Her sê mehê zivistanê sekena te diyarbekir
Û mêrdîn be;way limin wayê dilo hayê
Ho ho hoy birawo birîndarim

Hey lê wayê wayê qulıng
Heyla qulingo tunê qulingî qulinga xîmê
Binê vî berîye
Çawa bibe tunê ji refên xwe qetayî
Bi kul û bi derd û bi keserî
Derabe ezê destê te biçûkê te nezanê
Bigrim bibim welatê şîrîne
Her sê mehê havînê ciyête mêrg û çîmenbe
Çem û çem kanî be
Her sê mehê zivistanê sekenate
Sêwerek û mêrdîn be;wayi limin waye
Dilo hayê ho ho hoy birawo birîndarim

Çevkanî:Feqe sidîq
Amedekar:Xanemîr
 
albina_kurdiДата: Воскресенье, 24.06.2012, 23:05 | Сообщение # 4
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Gul Evîna Min

Dûrbûna te agir xiste dilê min
Zuwa dike hemû mêrg û deşt û zeviyê min
Cem te jiyan bikim rojek bese ji boy mın

Evîndare te me dalal gul nergiza mın
Bê te jiyan navêm tu car şeqa dilê min
Ewrên reş û tarî girtin dorên roja min
Dil şewitî were heval tu were ba min

Evîna min tu dernayê tu car ji bîra min
Pêlda weka behra wanê jana dilê min
Cem te jiyan bikim rojek bese ji boy min
Bê te venabe delalo gulêvina min

Gotin û muzîk: Teymur Çakar
 
albina_kurdiДата: Воскресенье, 24.06.2012, 23:05 | Сообщение # 5
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Kenîle

Îne cenî wen ezîz ine xeylî wen
Destû min nage ezîz gerdenî to wen

Ay kenîle kenîle
Ser qole ket melîle
Daykit bi qurbanit be
Xış bûwe lencet zelîle

Arezûyı ezîz kenî ser we lem dawe
Neherbî derûn ezîz ayîr werdawe

Geste mar xasen ezîz sat û du saten
Ger nemrûyi zîndeyî cuwanî rûyî ser bi saten

Herêm:Rojhilat(hevreman)
Çawkanî:Şehrûz
Amadekar:Xanemîr
 
albina_kurdiДата: Воскресенье, 24.06.2012, 23:06 | Сообщение # 6
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Giran Were

Giran were xwe ba neke
Jimin rêder kulan pir neke
Sebrate ez teva bûme
Carek sêra halê min ke

Ne payize ne bihare
Berf di bare çiQas sare
Li xerîbiye tev bûme
Sebebê wî derdê yare
Derd û kulê sala pare

Gundê yarê darên biyê
Xeber hat ku yar jî çüyê
Mın nehelê neçe zalım
Vî dinyayê mirin heye

Gotin : Haydar KORKMAZ
Muzîk : Xanemîr
 
Форум » Тексты песен - Gotine Strana - Kurdish Lyrics - Kürtçe Şarkı Sözleri » ♥ W ♥ X ♥ Y ♥ Z ♥ W ♥ Х ♥ Й ♥ З ♥ » XANEMIR
  • Страница 1 из 1
  • 1
Поиск: