Суббота, 18.05.2024, 14:59
Приветствую Вас, Гость
[ Новые сообщения · Участники · Правила форума · Поиск · RSS ]
  • Страница 1 из 1
  • 1
Форум » ★Helbeste Kurdi - Стихи ★ » ♥ E ♥ Ê ♥ F ♥ G ♥ H ♥ » Feqiyê Teyran
Feqiyê Teyran
albina_kurdiДата: Понедельник, 11.06.2012, 22:26 | Сообщение # 1
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
FEQIYÊ TEYRAN Û ROJ

Roj hilat û ava bû,
Erş û ezman cîkî rawesta bû,
Dunya bi tebiyetê şên û ava bû.

Hey roja sor bi rengê xwe va,
Bê te hêşîn nabî gul û gîha
Te nîn be rêwî qet rê nabet,
Tu rojeke amin û taqet,
Bê te najîn însan û muxulqet,
Bi te dibin hergav firêqet.

Tu bilind î, hergav perwazê,
Erd ji te hergav dizê,
Tu mîna pêlêt agir li ezman,
Germê didî deşt û zozan,
Tu germ dikî ser û bine,
Teva û re’wur bi te dibin xinc.

*Feqiyê Teyran (1590-1660)
 
albina_kurdiДата: Понедельник, 11.06.2012, 22:30 | Сообщение # 2
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Ji qesîdeke wî:

Bizan ko min yar ti wî
Dil ji birîndar ti wî
Ez kuştim yekcar ti wî
Çi bikim ko min yar ti wî
Bê dest û hem pa ti wî
Pir li min kubar ti wi
Ê b'xezeb xwendî ez im
Di qeyd û bendê ez im
Zencîr bi zendê ez im
Miştaqi rindî ez im
Aşiqê cindî ez im
Perwazi findê ez im
Xweş qed û ehla ti wî
Cama piyala ti wî
Şûx bejn û bala ti wî
Delala mala ti wî
Pir bext û tala ti wî
Nîmeta ala ti wî.
Dûr ji wisalê ez im
Yar di xeyalê ez im
Îsa li erdan ti wî
Bi girt û berdan ti wî.
— Feqiyê Teyran
 
albina_kurdiДата: Понедельник, 11.06.2012, 22:31 | Сообщение # 3
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
Ewan teyran awaz awaz,
Ne sor dibin ew sî û qaz,
Revda Quling têtin naz,
Dîsa bi xêr bêtin bihar...!

FEQIYÊ TEYRAN
 
albina_kurdiДата: Понедельник, 11.06.2012, 22:32 | Сообщение # 4
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Репутация: 0
Статус: Offline
[color=red]DENGBÊJÊ JARANÎ

Ne bayî
Ne baranî
Ne lêmiştî
Ne narî

Hunirê giranî
Şemala dilanî
Teyrê gomanî
Dengbêjê jaranî.

Methê dilê xejî
Ha dinivîsim, ha dibêjim
Ha distrêm, ha dikelijim
Dîsa bi kaxez bêjim
Ne kerr im ne gêj im.

Dijminê mîrê decalim
Mehmûd Feqiyê Teyran im.
Bira xudê şihedê me be
Biçûk ê bêjin reme te be.

*Feqiyê Teyran (1590-1660)
 
Форум » ★Helbeste Kurdi - Стихи ★ » ♥ E ♥ Ê ♥ F ♥ G ♥ H ♥ » Feqiyê Teyran
  • Страница 1 из 1
  • 1
Поиск: