albina_kurdi | Дата: Понедельник, 11.06.2012, 22:26 | Сообщение # 1 |
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Статус: Offline
| FEQIYÊ TEYRAN Û ROJ
Roj hilat û ava bû, Erş û ezman cîkî rawesta bû, Dunya bi tebiyetê şên û ava bû.
Hey roja sor bi rengê xwe va, Bê te hêşîn nabî gul û gîha Te nîn be rêwî qet rê nabet, Tu rojeke amin û taqet, Bê te najîn însan û muxulqet, Bi te dibin hergav firêqet.
Tu bilind î, hergav perwazê, Erd ji te hergav dizê, Tu mîna pêlêt agir li ezman, Germê didî deşt û zozan, Tu germ dikî ser û bine, Teva û re’wur bi te dibin xinc.
*Feqiyê Teyran (1590-1660)
|
|
| |
albina_kurdi | Дата: Понедельник, 11.06.2012, 22:30 | Сообщение # 2 |
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Статус: Offline
| Ji qesîdeke wî:
Bizan ko min yar ti wî Dil ji birîndar ti wî Ez kuştim yekcar ti wî Çi bikim ko min yar ti wî Bê dest û hem pa ti wî Pir li min kubar ti wi Ê b'xezeb xwendî ez im Di qeyd û bendê ez im Zencîr bi zendê ez im Miştaqi rindî ez im Aşiqê cindî ez im Perwazi findê ez im Xweş qed û ehla ti wî Cama piyala ti wî Şûx bejn û bala ti wî Delala mala ti wî Pir bext û tala ti wî Nîmeta ala ti wî. Dûr ji wisalê ez im Yar di xeyalê ez im Îsa li erdan ti wî Bi girt û berdan ti wî. — Feqiyê Teyran
|
|
| |
albina_kurdi | Дата: Понедельник, 11.06.2012, 22:31 | Сообщение # 3 |
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Статус: Offline
| Ewan teyran awaz awaz, Ne sor dibin ew sî û qaz, Revda Quling têtin naz, Dîsa bi xêr bêtin bihar...!
FEQIYÊ TEYRAN
|
|
| |
albina_kurdi | Дата: Понедельник, 11.06.2012, 22:32 | Сообщение # 4 |
Генерал-лейтенант
Группа: Администраторы
Сообщений: 534
Статус: Offline
| [color=red]DENGBÊJÊ JARANÎ
Ne bayî Ne baranî Ne lêmiştî Ne narî
Hunirê giranî Şemala dilanî Teyrê gomanî Dengbêjê jaranî.
Methê dilê xejî Ha dinivîsim, ha dibêjim Ha distrêm, ha dikelijim Dîsa bi kaxez bêjim Ne kerr im ne gêj im.
Dijminê mîrê decalim Mehmûd Feqiyê Teyran im. Bira xudê şihedê me be Biçûk ê bêjin reme te be.
*Feqiyê Teyran (1590-1660)
|
|
| |